Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Jewish Chronicle eşkere dike ku Serokwezîrê Brîtanyayê soz da ye ku di nava çend hefteyên bê de pêşnumeyasayekê ji bo xistina Supaya Pasdaran a Îranê ya nava lîsteya terorê pêşkêş bike.
Rojnameya Jewish Chronicle belav kiriye ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ev soz di dema serdana xwe ya ji bo sînagoke Cihûyan a li Londonê da ye.
Beriya hefteyekê agir bi wê sînagokê hatibû xistin.
Ev pêngava Brîtanyayê piştî wê yekê tê ku meha kanûna paşîn a borî, Yekîtiya Ewropayê bi tohmeta serkutkirina xwenîşanderan bi naskirina Supaya Pasdaran wekî "rêxistineke terorîst" razî bûbû.
Projeyasaya nû di rê de ye
Dema ku li ser îhtimala xistina Supaya Pasdaran a nava lîsteya terorê pirs ji Starmer hat kirin, wî jî got:
"Li ser aliyên dewletî yên zererker bi giştî û ji bo xistina nav lîsteya qedexekiriyan, pêdiviya me bi yasayekê heye da ku em tevdîrên pêwîst wergirin.
