Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî rê nedaye şandeya xwe ya dan û standinan da ku ji bo gera duyem a gotûbêjên bi Îranê re biçin Pakistanê.
Trump got, "Pêwîst nake 18 demjimêran bi firokeyê biçin ji bo ku li wê derê rûnin û behsa ti tiştî nekin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî ji Fox Newsê re eşkere kir ku nûnerên Amerîkayê yên ji bo dan û standinan Steve Witkoff û Jared Kushner êdî ji bo gotûbêjên bi Îranê re ber bi Pakistanê ve bi rê nakevin.
"Hemû kart li di destê me de ne"
Trump amaje bi wê yekê kir ku di vê aloziyê de "hemû kart di destê Amerîkayê de ne."
Li gorî Trump ji ber vê yekê hewce nake ku şandeya wî wê geşta dûr û dirêj bike.
Serokê Amerîkayê got, "Beriya demekê min ji şandeya xwe re got ku mijûlî amadekariyên çûnê bûn.
Min ji wan re got ji bo wê derê hûn 18 demjimêran geşt nakin. Hemû kart di destê me de ne."
Gotûbêjên bê sûd
