Hewlêr (Rûdaw) - Nasnameya wî kesê ku di dema xwarina Komeleye Nûçegihanên Koşka Spî de li nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump gule reşandibûn eşkere bû.
Ew mamosteyekî jêhatî yê ji eyaleta Californiayê ya Amerîkayê ye û berê wekî dahênerekî derketiye pêş.
Cole Thomas Allenê 31 salî ew ciwan e ku hêzên ewlehiyê wekî gumanbarê sereke yê êrişa li salona Otela Washington Hiltonê diyar kiriye.
Cole Thomas Allen tevî çekan li nêzîkî wî cihê ku Donald Trump û berpirsên din ên Amerîkayê lê bûn hat desteserkirin.
Allen li şirketa C2 Educationê mamosteyê dersên xurtkirinê bûye.
Tiştê ku bala medyayê kişandiye ew e ku Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê heman şirketê ve wekî "mamosteyê mehê" hatibûye hilbijartin û pesnê karên wî hatibûye dayîn.
