Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa lêkolînên raya giştî ya Almanyayê INSAyê rapirsiyek çêkir.
Li gorî rapirsiyê, partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) rêjeya dengên xwe derxistiye ji sedî 28an û ev rêje wekî rekorekê tê dîtin.
Partiya rastgira tund AfDyê rêjeya dengên xwe gihand ji sedî 28an.
Bi vê encamê, AfDyê ferqa di navbera xwe û bloka mihafezekar de derxist 4 puanan.
Bi vê ankêta şirketa INSAyê, AfD gihîşt rêjeya herî bilind a dengên xwe yên heta niha.
Dengên partiyên din
Li gorî nûçeya Oksijenê, rêjeya dengên Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ya Friedrich Merz neguherî û di ji sedî 24an de ma.
Rêjeya dengên Partiya Keskan puanekê daket û dengên wan bûn ji sedî 12.
Rêjeya dengên Partiya Sosyaldemokrat (SPD) di ji sedî 14an de ma û Partiya Çep jî bi ji sedî 11ê li pey wê ye.
