Hewlêr (Rûdaw) - Piraniya xelkê Almanyayê dixwaze alîkariya ku ji koçberan re tê kirin bi merc be.
Saziya ragihandinê ya Almanyayê Westdeutscher Rundfunkê (WDR), li ser mijarên aborî yên wekî wergirtina “baca serwetê” ji dewlemendan û alîkariyên civakî yên ji bo koçberan rapirsiyek kir.
WDRyê doh encamên rapirsiya xwe ya bi navê “Nêrîna te girîng e!” parve kirin û nêrînên xelkê yên li ser pirsgirêkên aborî eşkere kirin.
Li gorî encamên rapirsiyê, ji sedî 66ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku nabe alîkariyên koçberan bê şert û merc bin.
Ew dixwazin koçber beriya ku alîkariyê bistînin li Almanyayê kar bikin.
"Divê alîkariya ji bo koçberan bi merc be"
Li Almanyayê koçberên hewcedar alîkariya civakî ji dewletê werdigirin.
Ev pere bi bacên ku karker û karmend ji mûçeyên xwe didin dewletê tên komkirin.
Ji sedî 66ê Almanîaxêvên ku beşdarî rapirsiya WDRyê bûne derbarê vê mijarê dibêje ku divê wê alîkariyê tenê bidin wan koçberên ku demeke dirêj li Almanyayê kar kiriye.
“Divê dewlemend piştgiriyê bidin hejaran”
WDRyê her wiha li ser “dadmendiya kedê” jî pirs ji xelkê kiriye.
Li gorî encaman, ji sedî 42yê beşdaran di wê baweriyê de ne ku “divê dahata kesên ku bêhtir dixebitin zêdetir be.”
