Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê de hişyarî da.
Kurtulmuş got, “Ev kar naşibe salên 2009 û 2013an. Eger em bi ser nekevin, siyaseta sivîl dê di bin wî dîwarî de bimîne û em dê vegerin rojên çalakiyên terorî.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, doh pirsên rojnamegeran bersivandin.
Pirsên rojnamegeran yên derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan û rewşa Abdullah Ocalan de jî hebûn.
Numan Kurtulmuş li ser guhertinên yasayî agahiyên girîng parve kirin.
“Piştî cejnê gavên yasayî dest pê dikin”
Kurtulmuş ragihand ku Komîsyona Parlamentoyê karê xwe temam kiriye û piştî cejnê dê amadehiyên yasayî werin rojeva parlamentoyê.
Numan Kurtulmuş li ser raporê ev zanyarî dan:
“Aliyê herî girîng ê raporê ew e ku hemû partiyan bi lihevkirinê teksteke hevpar amade kiriye. Ev rapor nexşerêyek e.
Ji bo destpêkirina pêvajoya yasayî, mercê sereke ew e ku yekîneyên ewlehiyê piştrast bikin ku rêxistinê çek danîne û xwe hilweşandiye.”
“Divê em her tiştî bikin da ku gelê Kurd berê xwe bide Tirkiyeyê”
Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku armanca wan ne tenê hilweşandina rêxistinekê ye, bidestxistina dilê x Kurdan e jî û got:
“Divê em her tiştî bikin da ku gelê Kurd berê xwe bide Tirkiye, Enqere û Stenbolê.
Aqlê siyasî yê Tirkiyeyê bi welatiyên xwe yên Kurd re ti pirsgirêk nînin.
Em dixwazin qonaxa têkoşîna çekdarî ya antîdemokratîk bi dawî bibe.
Divê em gavên wisa biavêjin ku rûmeta Kurdan biparêzin û di heman demê de hesta yekparçebûnê ya Tirkan jî xurt bikin.”
“Cara yekem e mijar di zemîna parlamentoyê de ye”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser cudahiya vê pêvajoyê ya ji yên berê (2009-2013) û got:
“Wê demê di nav dewletê de aqlên cuda hebûn.
Provokasyonên wekî Xabûrê, kuştina Sakîne Cansizê û belavkirina hevdîtinên Osloyê pêvajo bi jehrî kir.
Lê niha hemû saziyên dewletê di bin yek aqlî de û bi hevahengiyeke mezin tevdigerin.
Her wiha cara yekem e ku ev mijar di zemîna parlamentoyê de tê nîqaşkirin û 11 partî tê de beşdar in.”
“Projeya Îsraîla Mezin û parastina eniya navxweyî”
Numan Kurtulmuş amaje bi liv û tevgerên Îsraîlê yên li herêmê kir û got:
“Siyonîzm êdî kozên xwe yên dawî dilîze.
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê û Libnanê, guhertina rejîman, ev hemû beşek ji projeya Îsraîla Mezin bûn.
Hêza sereke ya ku dixwazin di vê projeyê de daqurtînin Tirkiye ye.
Eger em vê rastiyê bibînin, divê em eniya xwe ya navxweyî xurt bikin.”
"Mafê hêviyê û qeyûm"
Kurtulmuş li ser pirsa "mafê hêviyê" yê ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî got:
“Di pergala me ya hiqûqî de tiştek bi navê ‘mafê hêviyê’ nîne. Di raporê de jî sernavekî wisa nîne.
Dibe ku di mijara înfazê de hinek sererastkirin werin kirin lê ev karê komên partiyan e ku li ser li hev bikin.”
Kurtulmuş derbarê tayînkirina qeyûman jî diyar kir ku di raporê de pêşniyarek heye û got:
“Eger şaredarek ji kar were dûrxistin, li şûna qeyûm, bila ji nav endamên encûmena şaredariyê ya hilbijartî kesek were hilbijartin. Partî li ser vê yekê li hev dikin.”
“Ocalan dibêje têkoşîna çekdarî êdî bêwate ye”
Numan Kurtulmuş behsa gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê bidawîanîna xebata çekdarî ya PKKyê jî kir.
Kurtulmuş li ser vê yekê wiha axivî:
“Ocalan bi xwe dibêje ku çarçoveya îdeolojîk a rêxistinê êdî nederbasdar e.
Ew dibêje ku polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê nemane lewra têkoşîna çekdarî bêwate û nehewce ye.
Her wiha diyar dike ku parçebûna herêmê ne di berjewendiya Kurdan de ye.
Ya girîng ew e ku çek di mejiyan de jî werin danîn.”
“Eger ev kar bi ser nekeve em dê vegerin serdema aloziyan”
Kurtulmuş li ser egera têkçûna pêvajoyê jî hişyarî da û wiha domand:
“Ev kar naşibe hewldanên berê. Eger ev dîwar hilweşe û ev pêvajo bi ser nekeve, siyaseta sivîl dê di bin de bimîne.
Xwedê neke, eger em bi ser nekevin em dê vegerin wan rojên ku PKKyê dest bi çalakiyên terorî kiribû.
Di vê agirê herêmê de, gelek dest hene ku dixwazin benzînê bi ser agir de birjînin.”
Hevpeyvîna bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re wiha ye:
Pirs: Di çarçoveya armanca "Tirkiyeya Bê Teror" de Rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoyê hat avakirin, temam bû. We got ku em dê piştî cejnê dest bi nîqaşên qanûnî bikin. Ev salname kengî dest pê dike û dê çi bibe?
Numan Kurtulmuş: Aliyê herî girîng ê Rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ew bû ku hemû partiyan li hev kir. Ew di metneke hevpar de gihiştin hev. Ev rapor helbet ne her tişt e lê wekî nexşerêyekê ye. Bi taybetî di beşên 6 û 7an ên raporê de pêşniyarên berbiçav hatin diyarkirin.
Ji niha û pê ve divê bi lez qonaxa qanûnîbûnê dest pê bike. Bi dîtina min, dîsa lihevhatina hemû partiyan a li ser metneke hevpar girîng e. Ji bo vê yekê jî divê bêyî ku dem were windakirin, ev mijar were gotûbêjkirin. Ez difikirim ku dê piştî cejnê were rojevê.
Pirs: Di beşa 6an de mijara “xala krîtîk” heye ku li ser lihevhatin çêbûye. Ji bo ku di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî werin kirin, wekî şertekî pêşwext hat diyarkirin ku divê saziyên ewlehiyê yên dewletê tespît bikin ku rêxistinê çek danîne û xwe fesix kiriye.
Numan Kurtulmuş: Ev xebat dikarin di heman demê de werin meşandin. Lê di encamê de tespîtkirina wê yekê ku rêxistinê xwe fesix kiriye û çek danîne, ne karê Meclisê ye. Helbet saziyên ewlehiyê dê xebata xwe bikin. Eger di vê mijarê de biryarek derkeve ku herî kêm bi asteke mezin pêşketin çêbûye, pişt re jixwe sererastkirinên qanûnî yên pêwîst tên kirin.
Pirs: Piştî cejnê mijarên wekî daxistina cezayê ji bo PKKiyên ku tevlî sûcan nebûne, mafê hêviyê ji bo Ocalan û derfeta ji nû ve nirxandina rewşa kesên ku cezayê heta hetayê yê girankirî xwarine, dê werin rojeva Meclisê. Gelo piştî cejnê dê ev mijar di rojeva Meclisê de bin?
Numan Kurtulmuş: Pêşî divê partî amadekariyên xwe bikin. Lihevhatina partiyan heye ku dikarin van amadekariyan bikin. Hinek partiyan jixwe amadekariyên xwe kirine. Divê hinek partî jî amadekariyên xwe temam bikin. Dema ku rapor dihat amadekirin jî wisa bû.
Pêşî partiyan raporên xwe ji raya giştî re eşkere kirin. Hema bêje du hevokên hevpar ên du partiyan tunebûn. Lê di encamê de bi nîqaş û axaftinê her kes hat xaleke hevpar. Tişta esasî ew e ku her partiyek li gorî nêrîna xwe ya siyasî, diyar bike ku ew çi qanûnekê ji bo vê pêvajoyê pêşbînî dikin, xebatên xwe bigihînin asteke baş û paşê nîqaş bikin.
Pirs: Gelo niha xebatek heye?
Numan Kurtulmuş: Partî dê vê xebatê bikin.
Pirs: Tê nirxandin ku dê algiya (têgihiştina) bêcezabûnê çênebe û yasaya ku dê derkeve ji bo rêxistinên din derbasdar nabe. Dê ev teknîka nivîsandinê çawa were dabînkirin?
Numan Kurtulmuş: Wekî ku hûn dizanin, jixwe li Tirkiyeyê pergaleke me ya hiqûqî heye ku rê dide her endamekî rêxistinê ku bibêje "ez poşman im" û ji poşmaniya bibandor sûdê wergire. Lê ev rewş, rewşeke wisa ye ku em cara ewil pê re rûbirû dimînin û rêxistinek dibêje min xwe fesix kiriye.
Eger tespît û tomarkirina fesixkirinê pêk were, rêxistina heyî, ango PKK, dibe rêxistineke fesixkirî. Ji ber vê yekê divê li vir hiqûqeke din were cîbicîkirin. Dema ez vê yekê dibêjim, ez bêyî cudakariya kesên ku tevlî sûcan bûne yan nebûne dibêjim.
Eger endamekî rêxistinê ku ti qeydeke wî ya dadî tunebe jî, piştî ku hat û serlêdan kir, divê teqez qeydeke wan a dadgehê hebe. Eger ew ê ji şertên berdana bi şert sûdê wergire, li ser wê yekê lihevhatinek derket holê. Ev tişta ku em jê re dibêjin nabe "algiya efûyê" ev e.
Ango ti ceza nayê rakirin lê dema ku mirov hatin û gotin min dest ji endamtiya rêxistinê berdaye, dibe ku qeyda wan were kirin û bi sûdwergirtina ji hinek derfetên infazê werin berdan.
Pirs: Pêşhatên herêmî dê çawa bandorê li vê rewşê bikin? Bi taybetî PJAKa li Îranê...
Numan Kurtulmuş: Ne hêsan e ku em bi temamî serdestî hemû pêşhatan bibin û wan araste bikin. Lê em wekî Tirkiyeyê li ser van hemûyan bi baldarî û hûrgilî dixebitin, em dişopînin. Yek ji avantajên me yên herî girîng ew e ku pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê gelekî erênî bi rê ve diçe. Ez hêvî dikim ku ew pêvajo bêyî ku xera bibe berdewam bike.
Divê mirov tenê di ser rêxistinê re li vê meselê nenêre. Em dikarin vê pêvajoyê wekî geşedanekê binirxînin ku dê berê gelê Kurd bide Tirkiyeyê, bide Enqere û Stenbolê. Ti pirsgirêkeke hişê siyasî yê Tirkiyeyê bi welatiyên Kurd re nîne. Hedefa me ya esasî ne tenê ew bû ku rêxistinek xwe fesix bike, armanca me rakirina qonaxa têkoşîna çekdarî ya antî-demokratîk bû.
Di destpêkê de dema ku me komîte ava kir me got, tişta girîng ew e ku guherîna di hişan de pêk were. Ji bo vê yekê dema ku em gavên ku rûmeta Kurdan diparêzin diavêjin, divê em tiştên wisa jî bikin ku hestên Tirkan xurt bikin ku "em nayên dabeşkirin, perçekirin, berovajî vê em dibin yek" û rûmeta wan biparêzin.
Pirs: Di nav rêxistinê de pêvajoya tasfiyeyê heye. Hûn li ser karkirina hevpar a dewlet û siyasetê çi dibêjin?
Numan Kurtulmuş: Yek ji destkeftiyên me yên herî girîng ew e ku hemû partiyên siyasî karîbûn li dora heman maseyê bicivin. Ev bi rêbazeke nîqaşê ya demokratîk a gelekî gihîştî gihişt encamê. Di Komîsyonê de 137 kes û sazî hatin guhdarîkirin. Nûnerên ji baskên gelekî tund jî hatin.
Hemû beşên cuda yên civakê hatin, nêrînên xwe bi rûmetî vegotin û mijar bi rengekî gihîştî hatin nîqaşkirin. Divê mirov biçe beriya van rojan jî. Wekî ku tê zanîn, di serdemên borî de hewldanên rehmetî Demîrel, Ozal, Mamoste Erbakan, Erdal Înonu ji bo bidawîkirina terora PKKyê çêbûn. Heta hinek ji wan rasterast têkilî danîn. Wisa hat texmînkirin ku gelek rê hatiye birîn lê ji nişka ve her tişt ser û bin bû. Çend sedemên vê hene. Yek ji wan ew bû ku di nav dewletê de hişekî siyasî yê yekbûyî tunebû.
Em pêvajoyên 2009-2013an jî bi bîr tînin. Hema bêje gelek rê hatibû birîn, dema ku nêzîk bû ku encam were girtin, bi hinek provokasyonan pêvajo hat jehrîkirin. Provokasyonên wekî Haburê, kuştina Sakîne Cansiz û hevalên wê, eşkerekirina hevdîtinên Osloyê... Hêmanên FETOyê û yên din pêvajo jehrî kirin.
Mîna vê yekê em hewldanên (Turgut) Ozal dizanin, em hewldanên Erbakan dizanin, em hewldanên Demîrel dizanin. Di wan pêvajoyan de jî dewlet bi hişekî siyasî yê yekbûyî derneket holê. Yek ji plûsên herî girîng ên vê pêvajoyê ew e ku hemû sazî û dezgehên dewletê di heman arasteyê de dimeşin, pêvajo di nav hevahengiyeke mezin de didome.
Ya ji vê jî girîngtir ew e ku mijar ti carî nehatibû zemîna Meclisê, cara ewil e ku hat zemîna Meclisê. Bû zemîneke demokratîk ku ne tenê nêrîna partiyekê yan jî grûpeke desthilatdar e. Dema ku em li Îran, Sûriye û pêşhatên din ên herêmê dinêrin, eşkere ye ku em her kêlî di pêvajoyeke pir krîtîk de ne. Demeke me ya zêde nîne ku destê me rehet be. Divê em bi lez vê pêvajoyê di arasteya hevpar a ku derketiye holê de bi dawî bikin.
Pirs: Di vê pêvajoyê de qet çavê sêyem çêbû ku bixwaze tevlî mijarê bibe?
Numan Kurtulmuş: Çênebû, tam jî ji ber vê sedemê çênebû... Em dizanin ku di paşerojê de çareseriyên şer û pevçûnan li welatan çawa hatine cîbicîkirin. Di piraniya wan de her tim çavê sêyem ketiye dewrê. Di hinek ji wan de piştî ku pevçûnên çekdarî bi dawî bûne, pêvajoya demokratîkbûnê dest pê kiriye.
Ji mînakên din cuda, li cem me mijar her tim di rojeva siyasetê de bû û ev avantajek bû. Tevlîbûna her kesî ya li Meclisê jî, pêwîstî bi çavê sêyem nehişt. Çavê sêyem, komîte bixwe ye, ango milet bixwe ye.
Pirs: Gelo daxwazên li ser mafên kolektîf tên? Gelo ev yek ji aliyê DEM Partiyê ve tê nîqaşkirin? Ango herhal tenê mijara statuyê nayê xwestin?
Numan Kurtulmuş: Her partiyê rapora xwe derxist holê. Sûdeke vê ya wiha çêbû. Gotin, dîtina me ya li ser vê mijarê bi temamî ev e. Ji ber vê yekê ev daxuyaniyeke helwest û sekna siyasî bû. Çimkî tabaneke (bingehek) her partiyê heye, hilbijêrên ku divê wan îqna bike hene. Eşkerekirina raporên wan, bû faktorek ku karê me hêsan kir.
Her wiha ez dixwazim bi teqdîr diyar bikim ku hemû partiyan ne li gorî îdeala di hişê xwe de, li gorî zemîna hevpar a ku dikarin li ser li hev bikin tevgeriyan û hatin vê xalê. Bi fedakarî û jidil, tevkariyeke baş hat kirin. Ez difikirim ku ev nêzîkatî gelekî biqîmet e. Pêvajoyeke baş a nîqaşê çêbû. Ne ew qas hêsan bû. Li ser hinek mijaran ramanên gelekî cuda hebûn.
Pirs: Ev pêvajoya sererastkirina qanûnî wekî piştî cejnê tê axaftin. Lê hinek sererastkirin hene ku piştî ku rêxistinê teqez çek danîn dê bikevin meriyetê. Li ser vê yekê heta niha çi rapor hatiye? Pirsa min a duyem jî ev e. We got piştgiriya civakî heye lê dema em dinêrin anket (rapirsî) tên kirin, di anketan de hewayeke piştgiriyê ya cidî wekî ji sedî 70, ji sedî 80 nayê dîtin. Li ba mixalefetê jî û li ba şirketên anketê yên nêzîkî desthilatê jî wisa derdikeve. Ango gelo rewşeke neîqnakirina civakê heye? Ya sêyem jî ev e. Dema navê Ocalan derbas dibe, dema di ser Ocalan re ji mirovên li kolanê tê pirsîn, derdikeve holê ku piştgirî gelekî dadikeve. Lê di encamê de dema em dinêrin fermanên wekî çekdanîna rêxistinê û hwd. Ocalan bi rê ve dibe. We qet li ser vê yekê anketek da kirin?
Numan Kurtulmuş: Ti sererastkirinên ku dê werin kirin, dê nebin sererastkirinên ji bo şexsekî diyar. Dê sererastkirinên wisa bin ku belkî pirsgirêka herî girîng a dîroka komara me ji holê rakin û bi rastî jî rêxistin bi temamî were tasfiyekirin. Saziyên ewlehiyê ji nêz ve dişopînin bê ka ew çekan datînin yan na. Ew jî her tim nêrînên xwe dibêjin û ew dê wê tespîtê bikin.
Wekî Meclis me di vê mijarê de anketek nedaye kirin lê em anketan dizanin. Ez diyar dikim ku civak piştgiriyeke mezin dide. Ez ne tenê ji bo Başûrrojhilat û Rojhilatê Anadoluyê dibêjim, li her derê Tirkiyeyê piştgirî ji bo vê yekê tê dayîn.
Yek ji civînên herî girîng ên Komîsyonê belkî jî ew bû. Di civînekê de ku dayîkên şehîdan, dayîkên endamên rêxistinê, dayîkên aştiyê lê bûn, tiştên cuda gotin lê hevoka wan a hevpar ev bû: "Em êdî dixwazin çekan binax bikin, ne zarokên xwe." Her du mixetaban jî ev yek got. Ev mirov ew kes in ku bi ser zarokên xwe de êş û jan dîtine. Eger em bi ser bikevin, dê ji bo Tirkiyeyê destkeftiyeke pir mezin be.
Pirs: Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ev pêvajo anî zimên. We got hişê dewletê. Çi hat pêşbînîkirin ku ev yek hat destpêkirin? Her kes dibêje ev ji ku derket.
Numan Kurtulmuş: Em dizanin ku ti tişta em li vê herêmê dijîn ne tesaduf e. Belkî ji sedsalekê zêdetir e, bi hilweşîna dewleta cîhanî ya Osmanî re Sykes-Picota yekem... Sînor bi rasteqînan xêz kirin, mirov ji hev veqetandin. Li hemberî Nisêbînê Qamişlo heye... Ne tenê Tirk ji Kurd, Ereb ji Kurd veqetandin, heman eşîr ji hev veqetandin lê nekarîn mirovan bikin dijminên hev.
Bi taybetî eger em gelekî eşkere biaxivin, di pêvajoya ku bi dagirkirina Îraqê ya ji aliyê Amerîkayê ve dest pê kir, bi awayekî fîîlî pêvajoya perçekirina herêmê ji aliyê etnîkî û mezhebî ve ket meriyetê. Li gelek welatan encamên vê cîbicîkirinê bi awayekî pir xerab derketin holê. Niha divê em vê yekê paşve bizivirînin.
Li vir dema ku hûn li Tirkiyeyê dinêrin, pirsgirêka ku me bedela herî giran jê daye, pirsgirêka terorê ye. Aqil hewce dike ku ev pirsgirêk ji holê were rakirin. Ji bo vê yekê çi lazim be divê bi lez were kirin. Zêdetirî vê, derveyî dîtina emperyalîzmê, Siyonîzma ku carinan emperyalîzm xistiye bin çengê xwe û carinan jî ketiye bin çengê emperyalîzmê, bi awayekî gelekî eşkere dest bi lîstina qertên xwe yên dawî kir.
Siyaseta li vê herêmê bêyî dîtina vê yekê, saftî ye. Êdî demek e derbeya xwe ya dawî xistiye rojevê. Şerê navxweyî yê li Libnanê ev bû, şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ev bû. Her wiha guhertina bilez a rejîman li gelek welatan, perçeyekî armanca wan bû. Herî dawî jî difikirîn ku di ser Xezeyê re derbasî qonaxa dawî bibin. Di projeya Îsraîla Mezin de hêza sereke ya ku divê were daqurtandin Tirkiye ye. Eger em vê yekê dibînin, em dizanin, em dê keleha xwe ya navxweyî qayîm bikin.
Pirs: Di vê xalê de, roja 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an, di axaftina Serokkomar Erdogan a li Meclisê de, du mijar hebûn. Yek gefa Îsraîlê bû, ya din jî xurtkirina eniya navxweyî bû. Dîsa heman rojê Birêz Bahçelî destê DEM Partiyiyan hejand. 22yê Çiriya Pêşîn jî banga xwe ya têzanîn kir. Eger em paralelî hişê dewletê bipirsin, gelo bi rastî ev pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror ji ber ku dihate pêşbînîkirin ku dê ev pêşhatên li cografyaya herêmê rû bidin, hat destpêkirin?
Numan Kurtulmuş: Bê guman wisa ye. Gav bi gav dihat.
Pirs: Çi dihat?
Numan Kurtulmuş: Li herêma me dabeşbûn, perçebûn, pevçûn…
Pirs: We got ku hinek tişt ne tesaduf in. Gelo Serok Bahçelî jî rojekê rûnişt û rabû, got 'Ez 1ê Çiriya Pêşîn destê wan bihejînim û 22yê Çiriya Pêşîn vê bangê bikim'? Serokkomar di meha Tebaxê de behsa eniya navxweyî kir, behsa metirsiya Îsraîlê kir. Demekê amadekariyên berê hene. Ma wê demê ev rapor ji we re jî hatin, ne wisa?
Numan Kurtulmuş: Ya tê dîtin bi awayekî eşkere li holê ye. Pêwîstî bi ti raporekê jî nîne. Ez dagirkirina Îraqê ya ji aliyê Amerîkayê ve wekî xaleke werçerxanê ya girîng dibêjim. Pişt re jî gelek geşedanên cuda çêbûn. Şoreşa Sûriyeyê çêbû. Bi hatina Trump re, hêzên li pişt YPGyê hatin kişandin.
Eşkerekirina projeyê beriya vê bû, belkî eger pişt re bûya, ji ber ku rêxistin ew qas diket rewşeke zehmet, dikarîbû pozîsyoneke din çêbibe. Me îradeya xwe ya ji bo qayîmkirina keleha navxweyî bi rengekî pir xurt nîşan da. Her wiha me ev yek di serdemeke ku îstîqrara siyasî ya Tirkiyeyê pir xurt e de kir.
Pirs: Dê naveroka xebata ku piştî cejnê li Meclisê were kirin bi temamî çi be? Ango we got ku rapora Komîsyonê... Dê qanûn ne girêdayî vê raporê bin. Hûn dê piştî cejnê li Meclisê dest bi amadekariyekê bikin. Ev dê bi sererastkirinên qanûnî ve girêdayî be. Loma gelo naveroka vê bi rastî karîbû were diyarkirin?
Numan Kurtulmuş: Ji bo wê yekê ez diyar dikim ku partî divê xebatên xwe bigihînin asteke baş û pişt re li dora maseyekê bicivin û eger pêwîst bike li ser van xebatan dan û standinek (nîqaşek) were meşandin.
Pirs: We tarîxek da?
Numan Kurtulmuş: Na.
Pirs: Ez bawer im çarçoveyek jî ne diyar e.
Numan Kurtulmuş: Yasa serbixwe û demkî ye. Tişta ku Komîsyonê jî û hemû partiyan jî qebûl kiriye ev e. Ji bo ku rêxistinên din jî bigire nav xwe, divê ew jî bibêjin "em çekên xwe datînin". Ji ber ku kesekî wisa dibêje nîne...
Pirs: Lê mijara yekane jî ne ev e. Anku ji bo efû yan jî çi navekî lê bikin, lewma ez dibêjim. Gelo çarçoveyeke wisa hat xêzkirin? Li vir nîqaşa mafên kolektîf nayê kirin, ev nayê kirin... Gelo di Komîsyonê de tiştekî wisa derket? Dema ez dibêjim naverok, ez vê dipirsim.
Numan Kurtulmuş: Mijara bingehîn, di nav pêvajoyê de bi sererastkirinên hiqûqî re eşkerekirina rewşa hiqûqî ya endamên rêxistinê ye. Ji aliyê din ve, ji pêşveçûna aborî bigire heta gavên ku divê ji bo bilindkirina standardên demokratîk ên Tirkiyeyê yên ku bi taybetî di xala 7an de cih digirin werin avêtin, divê ev hemû wekî yekparçeyekê werin dîtin. Ya herî girîng jî nêzîkbûna civakî ye. Ez difikirim ku diyaloga ku di navbera partiyan de dest pê kiriye dê bandorê li tabanên (bingehên) partiyan jî bike.
Pirs: Gelo daxistina cezayê ya ji bo PKKiyên ku dest nedane çekan, ew tişta ku em jê re dibêjin mafê hêviyê, û sererastkirina ji bo jinûvenirxandina rewşa mehkûmên ku di sûcên rêxistina terorê de cezayê heta hetayê yê girankirî xwarine û 25 sal in di girtîgehê de ne, dê yekser piştî cejnê were Meclisê?
Numan Kurtulmuş: Ez bi rengekî berbiçav qala mafê hêviyê bikim. Di pergala me ya hiqûqî de tiştekî bi navê mafê hêviyê tune. Di raporê de jî sernavek derbarê mafê hêviyê de tune. Li vir dibe ku hinek sererastkirin derbarê infazê de werin kirin. Lê nêrînên min ên kesane hene, ez niha naxwazim nêrînên xwe yên derbarê çi dikare were kirin de bibêjim. Çimkî ya esasî li vir ketina dewrê ya komên partiyan û derxistina hewldaneke hevpar a bi xebata partiyan e.
Pirs: DEM Partî pir caran mijara gundparêzan tîne rojevê. Daxwazên wekî vekirina lêpirsînên ji bo dema borî jî hene. Gelo di qanûneke ku dê derkeve de tiştên wekî betalkirina pergala gundparêziyê û tiştên din dê werin rojevê?
Numan Kurtulmuş: Niha nexşerêya me rapora di destê me de ye. Di vê raporê de tiştekî wisa nîne.
Pirs: Di xala 7an a raporê de kurguyek derbarê anîna îstîsnayê ji bo qeyûman heye. Anku li wir îfadeyeke eşkere heye ku wekî îstîsnakarkirina sepana qeyûm. Dema me bi Birêz Fetî Yildiz re jî hevdîtin kir, wî destnîşan kiribû ku ji bo sererastkirinên demokratîk ên wiha, ne hewce ye ku li benda çekdanîna PKKyê bimînin. Birêz Bahçelî jî daxwaza vegerandina Ahmetan a li ser kar kiribû. Lewma, gelo ev meha pêşiya me, piştî cejnê dê sererastkirinek derbarê van qeyûman de were yan divê were?
Numan Kurtulmuş: Di raporê de mijara qeyûm heye. Eger rûbirûyî qeyûm bimînin, eger serok bi awayekî ji kar were girtin, pêşniyareke ku partî li ser li hev kirine heye ku ji nav endamên meclisa şaredariyê yên hilbijartî were hilbijartin. Eger werin cem hev û bibêjin "temam e", di vê mijarê de jî gav tê avêtin.
Pirs: Gelo ev sererastkirinên qanûnî yên ku hûn behs dikin tenê girêdayî çekdanîna PKKyê ne?
Numan Kurtulmuş: Meseleya me ya esasî ew e.
Pirs: Dema ku Serokkomar û Birêz Bahçelî pêşiya Tirkiyeya Bê Teror vekir, hîn li Sûriyeyê guhertina desthilatê çênebûbû, mijara Îranê jî li holê nebû. Niha li pêşiya me mijara Îranê heye. Dema pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror dest pê kir, pirsgirêka Rojavayê ya Tirkiyeyê hebû, ew bi serê xwe çareser bû. Niha pirsgirêka Rojhilat heye. PKK navê wiha dide rojhilatê Îranê. Lewma, gelo ev pirsgirêka Rojhilat dibe sedema dirêjbûna pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror û derengketina çekdanîna PKKyê? Gelo tespîteke we ya derbarê vê de heye?
Numan Kurtulmuş: Ez difikirim ku dê bandorê neke çimkî em pêşhatên li wir jî dişopînin, em her cure tedbîrê distînin da ku ev yek bi rengekî neyînî li Tirkiyeyê venegere. Jixwe guh nedinê ku van rojan tiştên wiha tên axaftin, ez texmîn dikim ku Amerîkiyan jî zûda fêm kiriye ku ew nikarin bi tevlîheviyeke navxweyî li Îranê guhertina rejîmê pêk bînin.
Pirs: Îran rûbirûyî Ereban hat, li herêmê bêewlehiyek çêbû. Îsraîl berfireh dibe, Amerîka êriş dike. Niha em bibêjin şer biqede jî pêwîstî bi doktrîneke ewlehiyê heye. Tiştekî ku em wekî Tirkiyeyê pêşniyar dikin heye?
Numan Kurtulmuş: Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên herêmê ew e ku hevkariyên herêmî werin zêdekirin da ku cudahiyên rejîmên welatên vê herêmê çi dibin bila bibin, heta ji dest tê werin rakirin. Ez her tim dibêjim; Hêza herî mezin a Îsraîlê ne hêza wê ya leşkerî ye, ne hebûna Amerîkayê ya li pişt wê ye, ne serdestiya wê ya li ser pergala darayî ya navneteweyî ye, ne jî serdestiya wê ya li ser medyaya navneteweyî ye... Hêza herî mezin a Îsraîlê, parçe parçe bûna welatên herêmê ye.
Divê em xebatên wisa bikin ku wê hêza wê ya herî mezin ji holê rakin. Eger hûn bala xwe bidinê, Tirkiye di van hemû pêşhatan de hem kêmkirina rageşiya welatên Kendavê ya bi Îranê re hem jî li dijî senaryoyên ku hinek dixwazin di ser mûşekên ku ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve hatin avêtin re Tirkiye û Îranê bînin hemberî hev, her tim hişyar e, di hevsengiyê de ye û îradeyekê nîşan dide ku nabe aliyê pevçûneke nû, dabeşbûneke nû ya di navbera welatên herêmê de. Ya rast jî ev e.
Pirs: Gelo ev pêvajo, pêşhatên li Îranê rû didin, lêdana Kendavê ji aliyê Îranê ve, bêparastinhiştina wan a ji aliyê Amerîkayê ve... dikare hevkariyên nû derxe holê?
Numan Kurtulmuş: Jixwe nêzîkatiyeke wiha li welatên Kendavê hebû. Ne tenê di vî şerê dawî de. Bi lêdana heyeta Hemasê ya li Qeterê re, bi rastî Îsraîliyan peyameke gelekî eşkere da welatên Kendavê. Hûn çi qas pere bidin jî, hûn çi qasî xwe ji Amerîkayê re şêrîn bikin jî, Amerîka nikare we li vê herêmê biparêze. Me her tim ev yek digot, belkî gelek nedihat fêmkirin. Niha bi çavên xwe dîtin.
Niha ev welat êdî mecbûr in li parastina xwe bifikirin. Li vir jî welatê herî girîng ê ku ew dê hevkariyê pê re bikin Tirkiye ye.
Pirs: Demekê berê we qala demkîbûna yasayê kir. Li vir yasayeke bilez û pêvajoyeke sepandinê ya bilez an wekî yasayeke ku salekê derbasdar e? Gelo di Komîsyonê de qet qala demê hat kirin?
Numan Kurtulmuş: Hûrgilî nehatin axaftin lê dema ku amadekariya yasayê were kirin, dê dem jî were tespîtkirin.
Pirs: Wê demê em dê li bendê nebin ku ev jî pir dirêj be.
Numan Kurtulmuş: Di mantiqê pêvajoyên wisa de hûn derî vedikin, hûn dibêjin eger hûn di vê demê de werin ev derî vekirî ye. Lê vekirîhiştina wî deriyî ya heta hetayê tê wateya teşwîqkirina rêxistinê ku çekên xwe nedane. Yasadaner dê çawa demkê teqdîr bike, ez nizanim.
Pirs: Ji wan hevkariyên ku we hinek berê qala wan kir, wekî mînak, hevkariya Pakistan-Azerbeycan-Tirkiyeyê heye. Ji aliyê din ve, qala hevkariyeke di navbera Pakistan-Tirkiye û Erebistana Siûdî de tê kirin. Gelo dibe ku lezbûneke berbiçav çêbibe? Niha rewşeke wiha heye?
Numan Kurtulmuş: Dibe. Em 30 sal in vê dibêjin. Pirsgirêka sereke ya cîhanê, nebûna pergaleke adilane ya cîhanî ye. Dema me qala van tiştan dikir, dibe ku ji bo hinek welatan gotinên me wekî axaftinên razber dihatin.
Serokkomarê me di axaftineke xwe ya dawî de, gotina xwe ya "cîhan ji pêncan mezintir e" ku 13 sal berê gotibû, ducare kir. Wê demê her kesî digot, "Gelo ev zilam çi dibêjin?". Lê niha derket holê ku li cîhanê, Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, hema bêje ti saziyeke navneteweyî kar nake. Di rastiyê de, bi pandemiyê re me têkçûna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dît. Cudahiya di navbera Neteweyên Yekbûyî û qehwexaneyeke li New Yorkê de nemaye; ew qas bûye saziyeke bêbandor.
Em ji vê jî derbas bûn; di qonaxa duyem de, rêzik ji holê rabûn. Îro hevokek jî nemaye ku em jê re bibêjin "rêzikên pergala navneteweyî". Ewên ku di nivîsan de hebûn jî nehatin bicihanîn. Em ji vê jî derbas bûn. Niha di qonaxa sêyem de, pênaseyên termînolojiya pêwendiyên navneteweyî yên ku ji aliyê her kesî ve hatibûn qebûlkirin, ji holê rabûn. Wekî mijara pîvan û hevsengiyê ya di êrişan de, şerê pêşîlêgir û hwd...
Niha em qala şerên berbiçav dikin, lê tengasiya sereke ew e ku ez bawer dikim hemû welatên cîhanê, yên ne qure jî, dibînin: Belê, ev cîhan bi vî awayî nameşe, divê em berî her tiştî ji bo rizgarkirina xwe tiştekî bikin. Êdî tiştekî gelekî berbiçav heye ku hatiye ber deriyê her welatekî. Li aliyekî li Xeze û Şerîeya Rojava êriş tên kirin, tu dinêrî dibêjin Somaliland. Li cihekî qet ne eleqedar, li Qiloçê Afrîkayê, hewl didin aloziyeke nû derxînin.
Kes nikare texmîn bike ku ev valahiya di pergalê de dê çi qas zirareke mezin derxe holê. Wekî ku we got, bila du mehan petrol ji Kendavê dernekeve, gelo Amerîka dê çawa bi hîperenflasyonê re têbikoşe? Ewên ku niha li defa şer dixin, dê bibêjin, "Wey li me, me çima ev kar kir?".
Ez bawer dikim ku înşelah di dawiya vê de pêvajoyeke gelekî bi xêr jî dikare dest pê bike. Em dikarin pergaleke nû çawa ava bikin? Pergaleke navneteweyî ya ku bi rastî dixebite, adilane ye, heqaniyet e, wekheviya serwer a welatan qebûl dike û her kes tê de xwedî gotin e.
Pirs: Mûşeka sêyem a Îranê di ser me re derbas bû. Îran her tim serê sibehê red dike û êvarê mûşekekê davêje. Gelo rewşa berbiçav a li ser vê yekê çi ye? Gotegotek geriya ku qaşo me pêşniyara lêkolîneke hevpar ji Tirkiyeyê re kiriye lê ev ne daxuyaniyeke fermî bû. Em dibêjin me hişyarî daye lê gelo ti garantiyek heye ku ya çaremîn neyê?
Numan Kurtulmuş: Helbet garantiyek nîne lê wekî ku we got Îranî dibêjin "Me nekiriye".
Pirs: Îro Balyozê Îranê got "em gelekî şaş bûn." Gelo gengaz e ku mirov bi mûşeka sêyem şaş bibe? Bersiveke zelal nadin.
Numan Kurtulmuş: Divê mirov li ser tiştekî eşkere biçe. Ji bo ku Îran mûşekê biavêje Tirkiyeyê, ti berjewendiyeke neteweyî ya Îranê tê de nîne. Yan divê di nava şaşîtiyeke pir mezin de bin yan jî divê ev provokasyoneke hêzên ku dixwazin Tirkiye û Îranê bixin nava pevçûnekê be.
Pirs: Lê di daxuyaniya yekem a Mucteba Xamaney de, wî bang li welatên herêmê kir û got "Yan hûn bingehên Amerîkayê bigirin yan jî em ê bigirin", û hevokên bi şêwazê hişyariyê bi kar anîn. Niha gengaz e ku mirov vê îfadeyê û mûşeka ku di ser me re derbas bûye bi hev ve girê bide.
Numan Kurtulmuş: Dibe ku wan tiştan bibêjin lê anku divê Îran ji me hemûyan baştir bizanibe ku bi ti awayî têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re xera neke.
Pirs: Gelo hişyariya pêwîst hatiye dayîn?
Numan Kurtulmuş: Helbet.
Pirs: Gelo derbarê vê pêvajoyê de Serokkomar lûtkeyeke serkirdan kom dike? Hûn ê careke din derkevin tûra serkirdan? Di pêvajoya xebatên qanûnê de hûn ê careke din bi ÎYÎ Partiyê re hevdîtin bikin?
Numan Kurtulmuş: Piştî ku ÎYÎ Partiyê got ku ew ê beşdarî Komîsyonê nebe jî min têkiliya pêwîst bi hevalan re domand. Min anî zimên ku divê teqez di Komîsyonê de bin. Heta min got, em rêzê li nêrînên we digirin, werin li wir rexne bikin. Di siyasetê de, nêrînên wan çi dibin bila bibin, li kîjan xalê radiwestin bila bisekinin, nayê gotin ez bi filan partiyê re naaxivim.
Pirs: Hûn dê careke din derkevin tûra serkirdan?
Numan Kurtulmuş: Di vê qonaxê de na. Min herî dawî ji ber piştgiriya ku dan spasiya serkirdên partiyên beşdar kir. Dema pêwîst bike helbet ez dê dîsa bi wan re hevdîtinê bikim.
Pirs: Gelo dema ku pêşnûmeya qanûnê halê xwe yê dawî distîne em dikarin tiştekî wekî lûtkeya serkirdan a Serokkomar bibînin?
Numan Kurtulmuş: Bernameyeke wî ya wisa heye yan na, amadekariyeke wî ya wisa heye yan na nizanim.
Pirs: Dema ku ev kar dest pê kir, pirsek hebû. Digotin ev hemû tenê ji bo ku Serokkomar careke din were hilbijartin tên kirin. Gelo di dawiya vê pêvajoyê de mijara qanûna bingehîn a nû (destûra bingehîn) dê were rojevê?
Numan Kurtulmuş: Di Komîsyonê de bi dehan demjimêran keda kûr, mesaiyek heye. Li ti cihî ev mijar nehat rojevê, mijareke wisa nehat nîqaşkirin û heta me got em bi temamî ji nîqaşên qanûna bingehîn a nû dûr bisekinin.
Pirs: Hûn tevgerên Îslamî dizanin, hûn di nav tevgerên siyasî de bûn. Gelo hûn li ser helwesta hinek rêberên olî yên derbarê Îsraîl û Îranê de çi difikirin?
Numan Kurtulmuş: Ez dişopînim û xemgîn dibim. Yanî tam jî di vê serdemê de ku rûbirûbûneke hevpar di nav civakên Misilman de ferz e, ez her gotina ku were wateya cihêkariya di nav civakên Misilman de wekî gotinên şaş dibînim. Gotinên ku bibe sedema cudabûnê ez şaş dibînim.
Pirs: Hemû şande çûn û hatin. Hevdîtinên bi Ocalan re. Hûn hemû raporan dixwînin. We Ocalanekî çawa dît?
Numan Kurtulmuş: Daxuyaniyên ku Îmraliyê dane, deklarasyonên wî yên ji raya giştî re vekirî hene. Di destpêkê de di 27ê Sibatê de anî zimên, paşê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de anî zimên. Li wir çend hêmanên bingehîn hene. Yek ji wan ev e ku çarçoveya îdeolojîk a ku bûye sedema avabûn û geşbûna rêxistinê êdî nederbasdar e û ji ber ku polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê li paş mane, êdî têkoşîna çekdarî jî bêwate û nepêwîst e. Ev nêrînên wî bi xwe ne.
Bi awayekî eşkere dibêje ku senaryoyên perçekirin û dabeşkirina herêmê jî dê ne di berjewendiya gelên herêmê de bin. Ev nîşan dide ku ew jî dibîne ku dabeşbûn û perçebûn dê feydeyekê nede Kurdan jî. Di dawiyê de dîtina wê yekê ka ev hemû dê çawa geş bibin girêdayî cîbicîkirinê ye. Ev jî bi lez tasfiyekirina rêxistinê û dîsa bi gotina Îmraliyê derxistina çekan a ji hiş û mêjiyan e.
Pirs: Me dît ku di civîna dawî ya Komîsyonê de hem mixalefet hem jî desthilatdariyê spasiya we kir. Gelo ev lihevhatin çawa pêk hat û xalên şikestinê çi bûn?
Numan Kurtulmuş: Ez ê înşelah di demeke berfireh de van binivîsim. Gelek bîranînên me hene, bi rastî xebateke gelekî girîng bû. Birêvebirina wê bi awayekî sivîl, şefaf û eşkere xala ku me ji destpêkê ve difikirî bû. Ji bo ku hemû partiyên li ser maseyê rûniştine berdewam bikin me tevlîbûna CHPê gelekî girîng dît û wan jî bi rastî tevkariyeke cidî li Komîsyonê kir.
Me rê neda ku berê mijarê biçe ser hesabpirsîna paşerojê. Carinan tansiyon bilind dibû lê bi giştî her tişt bi zelalî û bi awayekî eşkere hat nîqaşkirin. Ji ber ku li vir îktîdar û mixalefet tune ye, 51 parlamenter hene. Serkeftina Komîsyonê nîşan da ku Meclis çiqasî bi bandor e.
Pirs: Gelo ti carî we hest bi bêhêvîbûnê kir, bi taybetî dema mijara şandeyên Îmraliyê hat rojevê?
Numan Kurtulmuş: Ev kar naşibe yên 2009 û 2013an. Eger ev kar têk biçe û dîwar hilweşe, dê siyaseta sivîl di bin vî dîwarî de bimîne û Xwedê biparêze dema em têk biçin em dê vegerin wan rojên ku PKKyê dest bi çalakiyên terorî kiriye.
Pirs: Çima hûn wisa dibêjin?
Numan Kurtulmuş: Di hawîrdoreke ku li herêmê ev qas pevçûn hene de, gelek dest hene ku dê benzînê bi ser vî agirî de bikin.
Pirs: Gelo ev pêvajo, heta eger rêxistina terorê çekan deyne jî, dê di warê sosyolojîk de bibe sedema bihêzkirina eniya navxweyî?
Numan Kurtulmuş: Niha xala ku em gihiştinê ew e. Sedema ku mirov ew qas erênî dinêrin ev e. "Belê, em vî karî diqedînin, êdî li vî welatî çek naaxivin" – wisa dixuye ku beşeke pir mezin a civakê ev hest û rastî kiriye para xwe. Heta ku ev mijar ji bo polemîkên siyasî an qezençkirina dengan neyê bikaranîn, ez difikirim ku dê encam pir erênî bibe.
Pirs: Ma we eniya navxweyî qahîm kir? Hûn wekî Numan Kurtulmuş niha Dadgehên Silivriyê çawa dibînin?
Numan Kurtulmuş: Di derbarê wê mijarê de jî tiştên ku me di raporê de bi yekdengî gotine hene. Em nikarin biryarê bidin bê ka dê dadgeh çawa berdewam bikin, dê çawa bi rê ve biçin, lê di encamê de rapora hevpar a derbarê bilindkirina standardên demokratîk û çareserkirina pirsgirêkan de mifteyeke girîng a di destê me de ye.
Pirs: Gelo em dikarin di dawiyê de xebateke qanûna bingehîn a nû jî bibînin?
Numan Kurtulmuş: Hinek partiyan xwest ku qanûna bingehîn (destûra bingehîn) tevlî raporê nebe. Lê min di beşa pêşkêşkirinê de girîngiya qanûna bingehîn û peyrewa navxweyî ya nû diyar kir. Pêvajoya li vir nîşan da ku Meclis hîn jî hêzeke cidî ye û dikare pirsgirêkên herî dijwar çareser bike.
Bi dîtina min çareserkirina pirsgirêka qanûna bingehîn hêsantir e. Eger partî li hev bikin, dikarin bi gihîştineke demokratîk qanûneke bingehîn a sivîl, demokrat, beşdar û daxwazker ji bo Tirkiyeyê derxînin. Di dawiyê de yê ku dê biryarê bide milet e.
Pirs: Li Enqereyê tê gotin ku xebata qanûna bingehîn hatiye rawestandin û hatiye hiştin ji bo piştî hilbijartinê. We tiştekî wisa bihîstiye?
Numan Kurtulmuş: Ez tenê nêta xwe, dîtina xwe dibêjim. Hîn gelek dem ji hilbijartinê re heye.
Pirs: Tê nîqaşkirin ku danişînên Silivriyê di TRTê de zindî werin weşandin. Wezîrê Dadê jî got ku "Ev karê Meclisê ye". Gelo li gorî we jî divê zindî werin weşandin?
Numan Kurtulmuş: Meclis, eger partiyên li vir "Erê" bibêjin...
Pirs: Gelo hilbijartina pêşwext heye?
Numan Kurtulmuş: Hilbijartina pêşwext tune.