Newzad Mehmûd
Bi kelecan û
coşeke mezin, hemû hêza xwe dabû ser gopalê xwe yê darberûyî da ku barê ser
lingê xwe kêm bike.
Diwestiya bi wan
çavên xwe kesekî bibîne ku di her çîrokê de navê wî hebe, li pey wî şkenceyên
hovane, şikandina namûsê û kûçikên termxwer tên.
Çaverêkirina wê
hevdîtinê sebir li ba wî nehiştibû, "Heyf bû ez bimrim û bi destên vala
vegerim cem xizmên xwe yên di nav gorên bikom de û nûçeyê negihînim wan."
Rûniştina duyem û
dawî ya darizandina Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî, 14ê Gulana 2026an demjimêr
09:30î li Dadgeha Resafeyê ya li bajarê
Bexdayê dest pê kir.
Ev pêvajo di
çarçoveya karên Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê de bû.
Qelaya bedew a ku
bû dojeh
11 salan berî
destpêkirina hemleya komkujiya xelkê Başûrê Kurdistanê ya di bin navê Enfalê
de, Dara Ezîzê 78 salî ku niha bi alîkariya gopalê xwe dimeşe, ji çolên Semawê
(li parêzgeha Musenayê) bi destûra leşkerî vegeriya gundê xwe yê bi navê
Mîrqasimê yê li Kelarê.
Wî behsa hebûna
qelayeke "gelekî bedew û mezin" ji xizmên xwe re dikir ku di nav wê
çola bêsînor de hatibû avakirin.
Ti kesî nedizanî
ewên ku bi matmayî guhdariya Dara dikir, dê di nav wê qelayê de bibin
qurbaniyên şovînîzma Beasê.
Ji gundê Dara
Ezîz 161 kes birin çolê û tenê du kes vegeriyan. Dara dibêje, "Dema em li
wir leşker bûn, digotin ev qelaya mezin û bedew biyaniyan çêkiriye û dema hatin
Îraq girtin dê li vir bimînin."
Lê belê Dara di
dawiya sala 1988an de ji bo her tim nifir li wê qelaya "bedew" û yên
ku ew çêkiribûn kirin.
Berevajî
rûniştina borî ya dadgehê, hejmareke zêdetir a xizmên qurbaniyan û aktîvîstên
enfalê bi cil û bergên Kurdî û bi Alaya Kurdistanê ji deverên cuda yên Başûrê
Kurdistanê berê xwe dabû Bexdayê.
Fezîle Mihemed jî
di holê de bû; ew jina ku dema Enfalê keçikeke 15 salî bû û li Zîndan
Nugreselmanê gelek çewsandin bi destê Ecac dîtibûn.
Berî ku em
bikevin holê, min ji Fezîleyê pirsî ka ew daxwaza çi cezayî ji bo Ecac dike.
Wê bêyî dudilî
bersiv da: "Ez naxwazim were bidarvekirin. Ez dixwazim cezayê girtîgeha
heta-hetayî lê were birîn, bi wî mercî ku rojane tenê semûnekî hişk û qedehek
ava nepak bidinê." Fezîle dibêje ev dê bibe dadperwerî.
Şahid behsa
hovîtiyê dikin
Pîroz Husên hat
hundir û sond xwar ku rastiyê bibêje, "Min ji destê vî Ecacî gelek kêşa.
Ji bilî birçîbûn û tîbûnê, bi berdewamî bi kabloyê li me dida."
Wê bi kelecaneke
wisa behsa bûyeran dikir ku qey niha ji Nugreselmanê reviyaye, "Pîrejeneke
xizma min hebû, destê wê bi lêdaneke kabloya vî zilamî şikest."
Dadwer jê pirsî
ka wê berê behsa destdirêjiya li ser keçan kiriye yan na. Pîrozê got: "Ez
nikarim bibêjim min bi çavên xwe destdirêjî dît lê eşkere bû ku destdirêjî li
jin û keçan tê kirin. Min şkencekirina wan dît."
Pîrozê pênc
xwîşk, birayek û jinbireke xwe di Enfalê de winda kirine.
Ecac Tikrîtî bi
serê xwe şepirze bûbû û li rûyê parêzera xwe Şehed Mihemedê digeriya da ku
hêviyekê bibîne.
Parêzerê daxwaza
mafê axaftinê kir û hewl da dadgehê bixapîne.
Wê du wêne nîşan
dan û îdia kir ku Ecacê rastîn kesekî din e: "Sernivîsê bihurmet,
şaşfêhmkirinek heye. Ev ne ew Ecac e. Ew Ecacê din qelew e û simbêlên wî tijî
ne, ev Ecacê vir ji van tohmetan bêrî ye."
Lê belê dadwerî
bi tecrubeya xwe rê neda vê hewla nû ya parêzerê.
