Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, keseke 18 salî bi demançeyê bavê xwe kuşt.
Li gorî îdiayan şeva borî dema paşîvê li Taxa Saglikê ya Êlihê, di navbera Ramazan Daşê 41 salî û keça wî M. Daşa 18 salî de nîqaş derket.
Hat îdiakirin ku nîqaş bi hinceta "xoşewîsta Ramazan Daş heye" derketiye.
Di encama nîqaşê de M. Daşê bi demançeyê gule berdan serê bavê xwe Ramazan Daş û ew kuşt.
