Hewlêr (Rûdaw) - Di roja sêyem a şerê navbera Îran - Amerîka û Îsraîlê de li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî, ewlehî û dadwerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatin bombebarankirin.
Li gorî zanyariyan, li her 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, baregehên Supaya Pasdaran, Arteşa Îranê, îstixbarat, polîs, hêzên sînorî û navendên dadwerî bi balafiran hatin bombebarankirin.
Parêzgeha Urmiyeyê
Îro berê sibehê, avahiya Îstixbarata Mehabadê hate bombebarankirin û beşeke mezin jê hilweşiya. Heta niha agahî derbarê zererên canî de nehatine dayîn.
Saet 06:00ê sibehê jî Baregeha "Welî Esir" ya Supaya Pasdaran li Neqedeyê hate bombebarankirin. Hat zanîn ku gelek ambûlans çûne cihê bûyerê.
Parêzgeha Sineyê
Li parêzgeha Sineyê êrişên herî zêde pêk hatin.
Navenda Îstixbaratê, Dadgeha Giştî ya Sineyê, baregehên polîsan û hêzên ewlehiyê li navenda Sineyê hatin bombebarankirin. Qaymeqamê Sineyê ragihand ku zerer gihîştiye malên welatiyan.
Her wiha Baregeha "Îmam Elî" ya li Dûşanê hate armanckirin ku weke embara sereke ya çekan tê zanîn. Baregeha hêzên sînorî jî li nêzî balafirxaneyê hat armanckirin.
Qaymeqamê Sineyê ragihand ku 12 kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.
