Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê Alaya Kurdistanê qedexe dikin.
Yasanasekî Kurd ê ji gundê Gemrûkê yê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku hêzên Ewlehiya Giştî yên hikûmeta Sûriyeyê ji çend ciwanên gund xwestiye ku Alaya Kurdistanê bilind nekin.
Ciwanan ji bo Newrozê amadehî dikir
Li gorî zanyariyên ku gihîştine Rûdawê, dema ku 5 ciwanên wî gundî ji bo amadehiyên Newrozê teker kom dikirin, Alaya Kurdistanê hilgirtibû.
Hêzên Ewlehiya Giştî ya hikûmeta Sûriyeyê ew ciwan rawestandin, dest danî ser nasnameyên wan û ji wan xwest ku biçin Navenda Ewlehiyê ya Mabatayê.
