Hewlêr (Rûdaw) - Di nava rojekê de cara duyemîn, bi dronan êrişî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li Koyeyê hat kirin û vê carê Navenda Ragihandinê ya wê partiyê ya li Kampa Azadiyê bû armanc.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyeke nav PDK-Îyê wergirtine, êrişa duyem îro beriya nîvro hatiye kirin û tê de Navenda Ragihandinê ya wê partiyê ya li "Kampa Azadiyê" hatiye lêdan.
"Zerer gihîşt avahiyê"
Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku êrişê zererên canî nedane lê ziyan gihandiye avahiya Navenda Ragihandinê ya partiyê.
