Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî wergirt û her du aliyan dilgiraniya xwe ya li hemberî gurbûna şer anî zimên.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi hev re axivîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di pêwendiyê de, "Pêşhatên dawî yên rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan nîgeraniya xwe ya li hemberî gurbûna şer anî zimên û teqezî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriyê kir."
Li gorî daxuyaniyê, di wê pêwendiyê de, "pêwîstiya zêdekirina hewlên navneteweyî yên ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan a bi rêyên aştiyane û dîplomatîk hat ducarekirin.”
