Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Helebê kesek wekî berpirsê herêma Kobaniyê destnîşan kir.
Birêvebiriya Kantona Firatê jî ji Rûdawê re got, agahiyên wan li ser wî kesî nînin.
Parêzgariya Helebê roja sêşemê ragihand ku di çarçoveya temamkirina destnîşankirinên birêvebiriyê yên li navçeyên parêzgehê de, Îbrahîm Muslim wekî berpirsê herêma Kobaniyê ya li gundewarê rojhilatê Helebê hatiye tayînkirin.
Parêzgariyê bi rêya hesabên xwe yên fermî da zanîn ku Îbrahîm Muslim sala 1982yan li Helebê ji dayîk bûye.
Wî sala 2005an ji Zanîngeha Helebê beşa Lêkolînên Felsefî û Civakî bawernameya lîsansê wergirtiye.
Her wiha hat eşkerekirin ku Îbrahîm Muslim sala 2025an ji Zanîngeha Zehrayê di warê rêbazên mamostetiyê de master kiriye.
Ew ji sala 2005an ve di sektora perwerdehiyê de dixebite û di navbera salên 2020 û 2025an de wekî Birêvebirê Perwerde û Fêrkirinê yê Cerablus û gundewarên wê kar kiriye.
"Agahiyên me li ser wî kesî nînin"
