Hewlêr (Rûdaw) - Di berdewamiya şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de ku îro ket roja xwe ya pêncemîn, hêzên Amerîka û Îsraîlê bi balafir, mûşek û dronan hejmareke zêde ya baregehên ewlehî û leşkerî yên li Rojhilatê Kurdistanê kir armanc.
Ji şeva sêşemê ve heta berbanga îro êriş û bombebarankirina baregeh, navendên mûşekî, leşkerî û ewlehiyê yên Îranê yên li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê didomin.
Li parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Supaya Pasdaran, Artêş, Besîc, Polîs û Pasewanên Sînor bûn armanc û bi giranî hatin bombebarankirin.
Her wiha îro jî li bajarên Urmiye, Kirmaşan, Bane û Serdeştê navendên ewlehî û leşkerî hatin bombebarankirin.
Urmiye
Ji şeva borî ve heta berbanga îro, navenda bajarê Urmiyeyê çend caran bi balafir û mûşekan hat bombebarankirin.
Li gorî agahiyên ku ji bo Rûdawê hatine piştrastkirin, li Kolana Emmarê ya Taxa Berqê êrişî baregeha hêzên Besîcê ya bi ser Supaya Pasdaran ve hatiye kirin.
Her wiha berbanga îro baregeha îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran a li Taxa Danişgedeyê (nêzîkî Otêla Murwarîdê), baregeha îstîxbaratê ya polîsên Urmiyeyê ya li Taxa Nopileyê (nêzîkî Meydana Muderrisê), baregeha navendî ya Artêşê, Nexweşxaneya Artêşê û firoşgeha Etkayê ya taybet bi hêzên leşkerî bûn armanc.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku di bombebaranên îro yên li Urmiyeyê de 7 kesan canê xwe ji dest da.
Gotegotên bombebarankirina Birêvebiriya Îtlaetê (îstixbarat) û avahiya Dadgeha Şoreşê jî belav bûne lê hîn nehatine piştrastkirin.
Şino
Li bajarê Şinoyê jî baregeha fermandariyê ya Supaya Pasdaran û navenda îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin.
Her wiha gotegot hene ku avahiya Îtilaetê ya bajêr jî hatiye armancgirtin lê heta niha nehatiye piştrastkirin.
Li bajarokê Nelasê û gundê Neliwanê jî baregehên Supaya Pasdaran bûn armanc.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de îdia kir ku li Şinoyê mûşekek li mala welatiyekî sivîl ketiye û hemû endamên malbatê hatine kuştin.
Serdeşt
Berbanga îro gelek cihên bi ser Îtilaet û Supaya Pasdaran ve yên li hundirê bajarê Serdeştê hatin bombebarankirin.
Heta niha xisarên hêzên ewlehî û leşkerî nehatine eşkerekirin.
