Hewlêr (Rûdaw) - Di roja pêncem a şerê Amerîka-Îsraîlê û Komara Îslamî ya Îranê de, gelek baregehên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bûn armanc û êriş li wan bajaran jî belav bûn ku berê baregehên leşkerî tê de nehatibûn bombebarankirin.
Li gorî zanyariyên ku gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê, hinek fermandar û efserên payebilind ên leşkerî çûne nava taxên sivîlan.
Baregehên leşkerî yên ku hatine valakirin, niha di hinek salên werzişê, salonên şahiyan, dibistan û navendên tenduristiyê de hatine bicihkirin.
Li baregehên leşkerî jî zêdetir leşker û efserên pilebilind ên payenizm mane.
Li gorî şopandinan, Amerîka û Îsraîlê di pênc rojên ewil ên şer de li Rojhilatê Kurdistanê kêm kêm baregehên girêdayî artêşê kirine armanc û zêdetir baregehên Supaya Pasdaran, Hêzên Sînorî û Îtlaetê bombebaran kirine.
Di baregehên artêşê de jî, zêdetir bircên parastina asmanî û cihên avêtina mûşekan hatine armanckirin.
Bombaranên li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ji nîvê şeva sêşemê heta şeva çarşemê bi vî rengî bûn:
Parêzgeha Urmiyeyê
Şeva çarşemê çend baregehên ewlehî û leşkerî li nav bajarê Bokanê hatin armanckirin.
Li gorî zanyariyên di medyaya civakî de, yek ji wan cihên hatine lêdan baregeha Îtlaetê ya Bokanê ye.
Her wiha derdora qaymeqamtiya bajêr jî hatiye armanckirin.
Balafirên Îsraîl û Amerîkayê berdewam armancên xwe yên li nav Urmiyeyê bombebaran dikin.
Yek ji wan cihên îro çarşemê hatine lêdan navenda fermandariya polîsê înternetê ya parêzgeha Urmiyeyê ye lê ev yek bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.
Medyayên nêzîkî Supaya Pasdaran bombebarankirina balafirgehê, çend otobûsên li nava termînalê, nexweşxaneya "Taleqanî" û çend armancên li taxên bajarê Urmiyeyê piştrast kirin.
Li nava taxan, zêdetir êriş li ser çend armancên li Cadeya 7ê Tîrmehê (Pûşperê) pêk hatin. Li nava termînala Urmiyeyê çend otobus hatin armanckirin, lê hejmar û nasnameya rêwiyan hîn ne diyar e.
Medyaya fermî ya Îranê her wiha belav kir ku du otomobîl li nêzîkî bajaroka pîşesazî ya Urmiyeyê hatine armanckirin û di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest daye.
Di roja pêncem a şer de, bo cara yekem baregehên leşkerî û ewlehî yên li bajarê Serdeştê jî hatin armanckirin.
Li gorî zanyariyên hatine piştrastkirin, navenda fermandariya serbazgeha Supaya Pasdaran a bi navê "Supaya Cundulah" û îstixbarata Supaya Pasdaran li wî bajarî hatine lêdan.
Her wiha berbanga pêncşemê baregeha sereke ya îstixbarata Supaya Pasdaran li Neqedeyê hate bombebarankirin.
Parêzgeha Sineyê
Li navenda bajarê Sineyê, ji nîvê şeva sêşemê heta berbanga çarşemê, gelek mal û avahî li Taxa Qişlaqê hatin bombebarankirin.
Li gorî dîmenan, çend mal û avahî di wê taxê de xera bûne.
