Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) di daxuyaniyekê de kêfxweşiya xwe li hemberî biryara Polîtburoya Komelaya Şoreşger a tevlîbûna hevpeymaniyê nîşan da.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Rojhilatê Kurdistanê îro (5ê Adara 2026an) daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin:
"Polîtburoya Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê biryar da ku ji îro pê ve beşdarî Hevpeymaniya Partiyên Siyasî yên Kurdistana Îranê bibe, em vê biryarê bi germî pêşwazî dikin."
Hevpeymaniyê diyar kir ku ev biryara Komelayê di vê qonaxa hestyar de gaveke girîng e û dê bibe sedema yekrêziya zêdetir a hêzên siyasî.
Rola Komelaya Şoreşger
Di daxuyaniyê qala rola Komelaya Şoreşger û hat kirin hat gotin:
"Çawa ku Komelayê di dariştina xal û bendên platforma pesendkirî ya hevpeymaniyê de rol û nexşeke girîng lîstiye, dê di berdewamiya xebata meydanî û bidestxistina armancan de jî rola xwe ya bibandor hebe."
Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Rojhilatê Kurdistanê diyar kir:
“Hêz di yekgirtin û yekrêziyê de ye û bê guman ew yekgirtin û hevpeymanî dê me ji armancên me nêzîktir bike."
