Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û xwest ku “Raperîn” bi hikûmeteke milî, demokratîk û yekgirtî bidome.
Buroya Ragihandinê ya PWKyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qonaxên Raperînê û destkeftiyên wê.
“Raperînê bi referandûmê dom kir”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Kurdistanê 5ê Adara 1991ê li navçeya Ranyayê ya Başûrê Kurdistanê li hemberî dîktatoriya Sedam Husên dest bi Raperînê kiriye û hat gotin:
“Ev raperîn li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bû. Di encama vê raperînê de Hewlêr, Silêmanî û Dihok hatin rizgarkirin.
Sala 1992yan jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hat îlankirin.”
PWKyê da zanîn ku raperîn nerawestiyaye û ev destkeftî sala 2005an di Destûra Îraqê de bi qebûlkirina Dewleta Federe ya Kurdistanê û 25ê Îlona 2017an jî di referandûma serxwebûnê de ku ji sedî 93yê xelkê got 'erê', domandiye.
