Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîkê ku wekî qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hatibû tayînkirin bû Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê, li şûna wî Alîkarê Parêzgar Cuneyt Orçun Zor wekî qeyûm hat erkdarkirin.
Şaredariya Colemêrgê di hilbijartinan de bi rêjeya ji sedî 48,92yan ji aliyê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve hatibû bidestxistin.
Piştî ku qeyûmê şaredariyê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe hat tayînkirin, Cuneyt Orçun Zor li şûna wî bû qeyûm.
Li aliyê din Îbrahîm Taşyapan jî wekî Parêzgarê Colemêrgê hat tayînkirin.
Taşyapan, Alîkarê Parêzgarê Colemêrgê û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Cuneyt Orçun Zor wekî qeyûm li şaredariyê erkdar kir.
Hevşaredar hatibû girtin
