Hewlêr (Rûdaw) - Ji berbanga pêncşemê ve, hêzên Amerîka û Îsraîlê bi dron, mûşek û balafiran gelek baregehên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kirin armanc.
Cudahiya êrişên îro li gel rojên borî ew e ku hejmareke zêdetir a baregehên artêşê hatine armanckirin.
Parêzgeha Urmiyeyê
Şeva pêncşemê, baregeha artêşê ya li nêzîkî bajarê Pîranşarê bi mûşekan hate armanckirin. Her wiha çend baregehên Supaya Pasdaran li navçeya sînorî ya "Kanî Xuda" ya li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatin bombebarankirin.
Parêzgeha Kirmaşanê
Îşev li nav bajarê Kirmaşanê, bi mûşekan êrişî fermandariya polîsê bajêr hate kirin. Êrişên li ser baregehên ewlehî û leşkerî yên Kirmaşanê bi dirêjahiya rojê berdewam kirin.
Yek ji wan deverên ku îşev hate bombebarankirin, baregeheke leşkerî ya li navçeya Çemçemalê ya nêzîkî bajarê Bîstûnê bû.
Her wiha îşev, du baregehên polîsan û çend armancên li derdora Qada Petrolê ya Kirmaşanê careke din hatin bombebarankirin.
Li gorî çavkaniyan, baregehên sereke yên Supaya Pasdaran, Birêveberiya Îtlaetê û her wiha birêveberiya radyo û televîzyona hikûmetê li nêzîkî wê qadê ne.
Her wiha li taxa Şeşê Behmen a Kirmaşanê jî avahiyek hate armanckirin.
Li aliyê din, îşeb baregeha "Hîmet" a Rewanserê ya li parêzgeha Kirmaşanê hate bombebarankirin.
Berbanga pêncşemê, baregeha Supaya Pasdaran a li qeraxa bajarê Sonqurê hate lêdan.
Navenda fermandariya pasewaniya sînor a li bajarê Qesra Şîrînê jî berbanga pêncşemê hate armanckirin.
Îro piştî nîvro 3 navendên leşkerî li bajarê Kirêndê hatin bombebarankirin. Li gorî zanyariyan, yek ji wan cihên hatine lêdan embara çek û cebilxaneyan bû.
Baregehên ewlehî û leşkerî yên li bajarê Ciwanroyê jî careke din hatin bombebarankirin.
