Hewlêr (Rûdaw) - Komeke çekdar a kêm naskirî ya bi navê Berxwedana Îslamî - Eshabulkehf (Ketayibên Hawara Qudsê) diyar kir ku, wan bi dronan êrişî "berjewendiyên Amerîkayê yên li parêzgehên Hewlêr û Dihokê" kiriye.
Di daxuyaniyekê de ku îşev hatiye belavkirin, wê komê got:
"Wekî tolhildanekê ji bo xwîna Îmam Xamineyî yê şehîdê netewe û rêberê me, me berjewendiyên Amerîkaya dijmin û kirêgirtiyên wan li her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê yên li bakurê Îraqê kirin armanc."
Li gorî daxuyaniya wê koma çekdar, êriş roja pêncşemê hatiye kirin û tê de "du dron" hatine bikaranîn.
Ev yek di demekê de ye ku îşev hejmarek dron li sînorê parêzgehên Hewlêr û Dihokê ketin xwarê.
Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Soranê Endam Cebar, îşev ragihand ku nêzîkî saet 21:50î ya îşev welatiyên Soranê dengê teqîneke mezin bihîstine.
