Hewlêr (Rûdaw) - Îşev Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li asmanê Hewlêrê 4 dronên bombekirî xistin xwarê.
Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku parçeyên dronan li nêzîkî Rotana Arjaan Otelê ketine û ti ziyana canî çênebûye.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, saet 22:41ê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî 4 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê xistin û pûç kirin.
Dijîterorê diyar kir ku li gorî zanyariyan, parçeyên yek ji wan dronan li qadeke vala ya nêzîkî hoteleke bajêr ketiye û di encamê de ti ziyana canî çênebûye.
Umêd Xoşnaw, berî daxuyaniya Dijîterora ji Rûdawê re ragihandibû ku dronek li nêzîkî otêlên Rotana Arjaan û Sky Towerê ketiye xwarê û teqez kiribû ku drona navborî berî bigihîje armanca xwe hatiye pûçkirin.
