Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê berê sibehê dengekî bihêz ê teqînê hat bihîstin.
Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku droneke bombebarkirî bi guleyan hatiye xistin.
Koma Şîe ya bi navê "Seraya Ewliya Dem" berpirsyariya xist stûyê xwe.
Îro (7ê Adara 2026an) hinek welatiyên li Silêmaniyê ji Rûdawê re got ku wan li bajêr dengekî gelekî bihêz ê teqînê bihîstiye.
Li gorî agahiyên destpêkê, dengê teqînê ji xaleke nêzîkî baregeheke leşkerî hatiye.
Piştî ku dron li asmanê bajêr hat dîtin, ji baregehê gule lê hatin reşandin.
Di wan vîdeoyên ku gihiştine destê Rûdawê de xuya dibe, dron piştî gulereşandinê bi teqîneke bihêz dikeve xwarê.
Nûçegihanê Rûdawê yê Silêmaniyê Pêşewa Bextyar li ser bûyerê ev agahî dan:
"Li asmanê bajêr droneke bombebarkirî hat xistin. Li gorî agahiyên heyî di bûyerê de ti xisarên canî çênebûne."
