Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Nobedarên Sînor ên Îraqê Heyder Kerxî diyar kir ku ti hêz derbasî Îranê nebûye û sînor hatiye kontrolkirin.
Piştî belavbûna dîmenên vîdeoyî yên çûyîna hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê ber bi sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ve Heyder Kerxî ji Rûdawê re diyar kir ku hêz ji bo tundkirin û parastina zêdetir a sînoran hatiye şandin.
Birêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Nobedarên Sînor ên Îraqê, ji Rûdawê re ragihand ku îro hêzeke Parêzvanên Sînor ji bo bihêzkirina sînorên bi Îranê re bo parêzgeha Silêmaniyê hatiye şandin.
