Hewlêr (Rûdaw) - Gelek baregehên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê bi balafir, dron û mûşekan hatin armancgirtin.
Heşt roj di ser destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Komara Îslamî ya Îranê re derbas dibin, heta niha jî bi awayekî fermî amarên qurbaniyan û hemû cihên ku hatine armancgirtin nehatine ragihandin.
Li gorî rojên borî, roja şemiyê herî zêde êriş li Rojhilatê Kurdistanê li ser parêzgeha Îlamê bûn û herî kêm êriş jî li ser parêzgeha Loristanê pêk hatin.
Parêzgeha Îlamê
Sibeha şemiyê, li bajarê Îlamê her du baregehên polîsan ên hejmar 13 û 14 li meydanên Seduqî û Ebulfezil hatin bombebarankirin.
Li bajarê Çewarê jî, êrişî fermandariya artêşê û baregeheke polîsan hat kirin.
Her wiha sibeha şemiyê, baregeha Fereciyan Zade ya Supaya Pasdaran li nêzîkî bajarê Îlamê hat bombebarankirin.
Ew baregeh wekî cihekî perwerdeyê tê naskirin ku tê de perwerdeya leşkerî didin pasdar û pileyên din ên Supaya Pasdaran.
Saet duduyên piştî nîvro, êriş li ser baregeha berê ya polîsan li bajarê Dereşara parêzgeha Îlamê hat kirin û ziyan gihişt hejmareke xanî û avahiyên derdora baregehê.
Li bajarê Mêranê, baregeha navendî ya polîsan û avahiya navenda rêxistina şandina ziyaretvanan bo cihên pîroz ên Şîeyan li Îraqê hatin bombebarankirin.
Mizgeftek ku li nêzîkî wê navendê bû jî ziyan dît. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan, beşek ji hêzên ewlehî û leşkerî yên Îranê li mizgeft, xwendingeh, yarîgeh û cihên din ên sivîlan hatine bicihkirin.
Îro du baregehên leşkerî li bajarê Dêluranê jî hatin bombebarankirin. Yek ji cihên ku hatiye bombarankirin, fermandariya parastina sînor a bajarê Dêluranê ye.
Welatiyekî ku vîdeoya bombebarankirina parastina sînor a Dêluranê tomar kiriye got, "Pênc caran li wê fermandariyê hatiye xistin û bi temamî xapûr bûye."
Qaymeqamê Dêluranê Murad Yegane got, "Her du cih li derveyî bajêr in û ziyanên canî nebûne."
Li bajarê Awdananê jî sibeha îro dengê çend teqînan hat bihîstin lê ne diyar e ew cihên ku hatine armancgirtin kîjan in.
Derengiya şeva înê li Awdananê, fermandariya Supaya Pasdaran û du baregehên polîsan hatin bombebarankirin.
Parêzgeha Urmiyeyê
Sibeha şemiyê armancek di nava bajarê Urmiyeyê de hat bombebarankirin. Medyayê belav kiriye ku baregeheke polîsan li nêzîkî termînala sereke ya bajêr hatiye bombebarankirin.
Her wiha derdora saet 7ê sibeha îro careke din êrişî ser baregeha Elmehdî ya Supaya Pasdaran li 20 kîlometriya bajarê Urmiyeyê hat kirin.
Piştî nîvroya îro, navenda fermandariya polîsan li bajarê Tîkabê hat bombebarankirin. Roja înê, êrişî ser fermandariya Supaya Pasdaran jî li wî bajarî hatibû kirin.
