Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, "Bêyî misogerkirina temamê maf û azadiyên jinan avakirina civakeke aram, seqamgîr û bipêşketî pêk nayê."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
"Jinan rola şoreşgerî û aştîxwaziyê lîstiye"
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola dîrokî ya jinên Kurd û got:
"Jinan li Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de rola şoreşgerî û aştîxwazî lîstiye û wêrekî û xweragiriya bêhempa selimandiye.
Niha jî ku Herêma Kurdistanê di qonaxa avakirin û bihêzkirina saziyan de ye, amadebûna çalak a jinan di hemû qadên siyaset, Pêşmergetî, aborî, birêvebirin û perwerdeyê de cihê şanaziya me ya mezin e."
"Em pêbendî nehiştina tundiyê ne"
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku pêşketina civakê girêdayî mafên jinan e û wiha pê de çû:
"Em di vê bîranîna bişko de tekez dikin ku avakirina civakeke aram, seqamgîr û bipêşketî bêyî misogerkirina temamê maf û azadiyên jinan û bihêzkirina pêgeha wan di hemû qadên biryardanê de pêk nayê.
