Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew piştgiriyê dide daxwaz û mafên rewa yên jinan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û ev roj li hemû jinan pîroz kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, "Roja Jinan a Cîhanî li hemû jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz be."
