Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Parêzgeha Urmiyeyê ragihand, di encama êrişa li ser kargeheke hilberîna nîşaste û ard a li Nexedeyê de herî kêm 9 kes mirine û kesek jî winda ye.
Li gorî zanyariyan, doh êvarî, di berdewamiya êrişên Îsraîl û Amerîkayê de, kargeheke hilberîna ard û nîşasteyê ya li sêrêya Heyderavayê ya bajarê Nexedeyê yê parêzgeha Urmiyeyê hat hedefgirtin.
Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Parêzgehê Hemîd Mehbûbî diyar kir ku di encama êrişê de 9 kesan canê xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.
Şofêr û karker bûn armanc
Hemîd Mehbûbî amaje pê kir ku tenê 4 ji birîndaran karkerên kargehê ne û 5 ji wan jî şofêrên barhilgiran in.
