Hewlêr (Rûdaw) - Li gel nûçeyên berfireh ên medyaya cîhanî yên ji bo amadebûna Hêzên Pêşmergeyan yên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo vegerê, gotara zal a Îranê ya gefên eşkere û êrişa berfireh a li baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi axaftinên nerasterast tevlîhev bûye.
Serokkomarê Îranê got, "Eger pirsgirêkeke me hebe, çêtir e em bi hev re rûnin û çareser bikin, lê bila em nebin lîstika Amerîka û Îsraîlê."
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan 6ê Adara 2026an derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê X daxuyaniyek belav kiribû.
Pizîşkiyan gotibû "Ez spasiya xelkê wêrek û bişeref ê Kurdistanê dikim ku di van rojên dîrokî de li gel Îranê sekinîn."
Peyama Pizîşkiyan
Pizîşkiyan di vê peyama xwe de welatiyên Rojhilatê Kurdistanê wekî alîgirên hikûmetê û xwe bi nav kirine, lê tirs a xwe ya ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê veneşart.
Loma di berdewamiya peyama xwe de, bêyî navê wan bîninivîse got:
"Pêwîst e hêzên çekdar ên parêzerên ewlehiyê bi tundî rûbirûyî her tevgereke cudaxwaz bibin."
Rojek şûnda, Pizîşkiyan di peyameke vîdeoyî ya tomarkirî de, cara ewil deriyê dan û standinê li ber Kurdan vekir û xwest ku pirsgirêk werin çareserkirin.
Pizîşkiyan di peyama vîdeoyî ya 7ê mehê de, bêyî navê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bide, lê bêyî paşgir û pêşgirên "terorîst" û "cudaxwaz" dibêje:
"Peyama min ji bo beşek ji kom û aliyên li welatên cîran, ku difikirin di vê derfetê de êrişî axa me bikin, ev e ku çêtir e nebin lîstika emperyalîzmê. Dibe ku pirsgirêkên me bi hev re hebin.
Dibe ku gazincên me ji hev hebin, lê niha piştgiriya Îsraîlê, ku komkujiyê dike û Amerîkaya ku zordariyê dike, beşdariya van ji bo her tim diçe çarçoveya serşoriyê."
