Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 9an a şer de li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde êriş li parêzgeha Loristanê hatin kirin.
Alîkarê Parêzgarê Loristanê yê ji bo Kar û Barên Avakirinê Mehdî Mecîdî yekşemê ragihand ku di encama êrişan de xisar gihîştiye 67 malan û 143 dikanên bazirganiyê.
Piştî nîvroya 8ê Adara 2026an, li nav bajarê Xuremavayê yê navenda parêzgeha Loristanê, herî kêm 5 baregehên Supaya Pasdaran û polîsan hatin bombebarankirin.
Baregeha Supaya Pasdaran a li tenişta Keleha Dîrokî ya Felekuleflakê, baregeha Supaya Eşayirî ya Supaya Pasdaran, baregeha Tugaya 57an a artêşê û baregehên polîsan ên li Velîesr û Piştey Huseyn Abadê bûn armanca êrişan.
Birêvebiriya Mîrata Çandî ya Loristanê ragihand ku di êrişan de xisar negihîştiye Keleha Dîrokî ya Felekuleflakê.
Çend sal bûn ji Supaya Pasdaran dihat xwestin ku baregeha xwe ya li kêleka wê avahiya dîrokî vala bike.
Li bajarên din jî êriş çêbûn
Ji xeynî Xuremavayê, îro li bajarên Burûcerd, Nûrabad, Kuyeşt, Elişter û Rûmişkanê yên heman parêzgehê jî baregehên ewlehî û leşkerî yên Îranê bûn armanc.
Medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran a li Loristanê, bombebarankirina baregehên leşkerî piştrast kir.
Li gorî daxuyaniyên wan, ji xeynî baregehekê hemû baregehên din berê hatibûn valakirin, lewma di piraniya êrişên yekşemê de ti ziyanên canî çênebûne.
Li gorî vîdeoyên ku hatine belavkirin, di encama êrişên li bajarê Burûcerdê de gelek avahî rûxiyane.
Mehdî Mecîdî her wiha destnîşan kir ku heta doh Şemiyê di encama êrişên li bajarên Xuremava, Burûcerd, Çigenî, Nûrabad û Silsileyê de bi giştî xisar gihîştiye 67 malan û 143 dikanan.
Li Kirmaşan û Seqizê jî teqîn çêbûn
