Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolînên Rûdawê, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê heta dawiya şeva duşemê, Herêma Kurdistanê bi 210 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Di êrişan de çar kesan canê xwe ji dest daye.
Li gorî lêkolîna Tora Medyayî ya Rûdawê, sînorê parêzgeha Hewlêrê bi 183 dron û mûşekan, Silêmanî bi 23 dron û mûşekan, Dihok bi çar dronan û Helebce jî bi du dronan hatiye bombebarankirin.
Li gorî amara rêxistineke Amerîkayî ya li Herêma Kurdistanê ji bo Rûdawê, di êrişan de ji bilî canjidestdana çar kesan, 19 kes jî birîndar bûne; ji wan sê karmendên asayîşê li Hewlêrê, sê nobedar û sê kesên sivîl li Silêmaniyê birîndar bûne.
Her wiha penaberekî Rojhilatê Kurdistanê li Koyeyê, welatiyek li Hewlêrê û yek jî li Zaxoyê birîndar bûye.
Herî zêde êrişî Hewlêrê hatiye kirin
Li gorî lêkolîna Rûdawê, heta demjimêr 11:30ê şeva duşemê 9ê Adarê û roja 10emîn a şer, 181 êrişên dron û mûşekan arasteyî parêzgeha Hewlêrê hatine kirin ku piraniya wan navenda Hewlêrê kiriye armanc.
Bi gotina Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji bo Rûdawê, piraniya êrişan ji aliyê sîstema paarastina asmanî ve hatine têkbirin.
Êrişên li Silêmaniyê kêmtir bûn, li gorî lêkolîna Rûdawê, ji 3yê Adarê heta şeva duşemê, 23 dron û mûşek bûn ku yên herî giran şeva 7ê Adarê bû, dema bi şeş dronan navenda bajêr hat bombebarankirin.
Li gorî wan amarên ku Rûdawê kom kirine, li parêzgeha Dihokê bi çar dronan sê êriş li dijî sînor hatine kirin.
Di yek ji wan êrişan de şeva 5ê Adarê, zeviya petrolê ya Sersingê hat armanckirin û ji ber wê hilberîna petrolê li wê zeviyê hat rawestandin.
Li Helebceyê herî kêm êriş hatine kirin, 7ê Adarê bi du dronan Çiyayê Şinriwê yê li parêzgehê hat bombebarankirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, êriş li dijî rawestgehên pêwendiyê yên kompanyayên Asiacell û Korek Telecomê hatine kirin.
Ew deverên ku hatine bombebarankirin yan dron û mûşek lê ketine xwarê:
Parêzgeha Hewlêrê: Dron û mûşek li van deveran ketine xwarê: Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gezne, Behirke, Enkawa, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Çoman û Soran.
Parêzgeha Silêmaniyê: Silêmanî, Taxa Beranan, Cadeya 60 Metreyî, Gundê Zirgiwêz, Gundê Zirgwêzele, Herêma Sûrdaş, Hêzên Fermandariya Pêşmergeyan, Taxa Tasluce, Çiyayê Zimnako.
