Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serperiştiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir û ragihand, "Herêma Kurdistanê dê bi ti awayî nebe beşek ji şer û aloziyên herêmê."
Di civînê de êrişên dron û mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin û daxwaz ji Bexdayê hat kirin ku rê li ber wan êrişan bigire.
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Nêçîrvan Barzanî, bi amadebûna Alîkarê Serok Şêx Cefer Şêx Mistefa serperiştiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir.
Bipêşketinên ewlehiyê hatin nirxandin
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Wezîrê Pêşmergeyan, Wezîrê Karên Navxwe, Sererkanê Pêşmergeyan û fermandarên bilind amade bûn.
Di civînê de bi hûrgilî bipêşketinên ewlehiyê yên dawî yên herêmê û encamên şer û bandorên wê yên metirsîdar ên li ser Herêma Kurdistanê hatin gotubêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de ducare kir, "Herêma Kurdistanê dê bi ti awayî nebe beşek ji şer û aloziyan û parastina aramiya welêt dê di rêza yekem a karan de be."
