Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî derbarê êrişên li Herêma Kurdistanê got ku wan ji Bexdayê xwestiye sînorekî ji bo wan koman deyne.
Serok Barzanî her wiha tekezî li ser girîngiya pêkanîna "hikûmeteke bingehfireh" kir.
Serok Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn civiyan.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Selahedîn Bahadîn tekez kir ku tevî cudahiya nêrînên siyasî, rewş wiha dixwaze ku ji bo mijarên hestiyar hevahengiyeke berdewam di navbera hêzên siyasî de hebe.
Bahadîn her wiha spasiya rola Serok Barzanî kir ji bo wê dilsozî, bersivdayîn û hewldanên berdewam ên ji bo parastina gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê û wê rola bibandor a ku di proseyê aştiyê yê li Tirkiyeyê de lîstiye.
“Em ne parçeyekî vî şerî ne”
Li aliyê din Serok Barzanî derbarê rewşa herêmê got:
“Herêma Kurdistanê ne parçeyekî vî şerî ye û her tim daxwazkarê diyalogê ye.”
