Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê xwest ku Başûrê Kurdistanê were parastin û destkeftiyên wê nekevin metirsiyê.
Îlham Ehmedê li ser hesaba xwe ya Xê daxuyaniyek belav kir.
"Gelê Kurd li Başûr û Rojhilat di qonaxên nazik re derbas dibe"
Îlham Ehmedê di peyama xwe de nivîsand, îro ji ber “siyasetên şerxwaz û berjewendîperest”, gelê Kurd li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di qonaxên nazik re derbas dibe.
Wê got, çawa ku li hemberî êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd û nûnerên wan ên siyasî li çar aliyan bûn xwedî yek deng û yek helwest, divê heman hestiyarî ji bo Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî were nîşandan.
"Gelê Kurd ti caran nebûye alîgirê şer"
