Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser mirina Alaedîn Emînê ku li Qamişloyê di desteserkirinê de canê xwe ji dest dabû û şewitandina konê wî yê sersaxiyê daxuyaniyek da.
Ebdî diyar kir ku ji bo lêkolînkirina bûyerê komîteyeke bêalî hatiye avakirin û berpirsyar kî bin dê bêyî cudakarî werin darizandin.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mirina bişik a Alaedîn Emînê 33 salî û bûyerên piştî wê de peyamek belav kir.
Ebdî êrişa li ser konê sersaxiyê yê Ala Emîn wekî "kiryareke sabotajê" pênase kir û got:
"Em tekez dikin ku dê meqamên pêwendîdar bi awayekî cidî li pey encamderan bin û di çarçoveya qanûnan de hesab bipirsin."
“Ji aliyê yekîneyeke Rêveberiya Xweser ve hatibû desteserkirin”
Ebdî got, “Ciwanê bi navê Ala, berê ji aliyê yekîneyeke ewlehiyê ya Rêveberiya Xweser ve hatibû desteserkirin û di vê demê de canê xwe ji dest daye” û daxuyaniya xwe wiha domand:
“Ji bo hemû aliyên sûc û çawaniya bûyerê derkevin holê komîteyeke bêalî ya lêpirsînê hatiye avakirin.
Piştî ku rojên pêş me encamên lêpirsînê temam bibin, dê bi awayekî zelal bi raya giştî re werin parvekirin.
Kesên ku tevlî vî sûcî bûne û berpirsyar in, ji kîjan saziyê dibin bila bibin, bêyî ku em li pêwendî û meqamên wan binêrin, bêyî ti tawîz û cudakariyekê em biryardariya xwe ya ji bo hesabpirsînê ducare dikin.
Em sersaxiyê ji malbat û xizmên wî re dixwazin û em soz didin wan ku dê edalet cihê xwe bibîne.”
Çi bûbû?
Ala Emînê ku 13 salan li Swêdê jiyabû, 7ê Îlona 2025an ji bo amadekariyên zewacê di Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê (Sêmalka) re vegeriyabû bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê.
