Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Mislim koça dawî kir.
Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Mislim, di 75 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.
Amed Salih Mislim kurê Salih Mislim ji Rûdawê re ragihand, “Beriya demekê bavê min ji ber nexweşiyê li Nexweşxaneya Meryemanayê ya li navçeya Enkawayê koça dawî kir.”
Nexweşiya gurçikan pê re hebû
Li gorî gotina Amed, bavê wî demeke dirêj bû nexweşiya gurçikan pê re hebû.
Heyamekê li nexweşxaneyên Silêmaniyê gurçikên wî dihatin şûştin lê hefteyek bû ku li Nexweşxaneya Meryemanayê ya li Enkawaya Hewlêrê dihat dermankirin.
