Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbata Salih Mislim û got, “Salih Mislim jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd derbas kir.”
Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim peyameke sersaxiyê belav kir û sersaxî ji malbata Salih Mislim û gelê Kurd re xwest û hevsoziya xwe anî ziman.
Nêçîrvan Barzanî derbarê rola wî Salih Mislim de got:
"Xwedêjêrazî Salih Mislim jiyê xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd derbas kir.
Wekî lîderekî diyar ê Kurd li Sûriyeyê, di qonaxên cuda yên tekoşînê de xwedî rolek berbiçav bû.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike, hedar û aramiyê bide malbat û dostên wî.”
