Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku êrişî baregeheke wan a li Hewlêrê hatiye kirin lê ti windahiyên wan ên canî nînin.
Tajani îro li ser tora civakî ya Xê nivîsî:
"Ez bi tundî wê êrişa ku li ser baregeheke Îtalyayê ya li Hewlêrê hat kirin şermezar dikim.
Ez bi Balyozê Îtalyayê yê Îraqê re axivîm. Em kêfxweş in ku hemû leşkerên me yên li wir baş û bi silamet in."
Îtalya erkên xwe di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî de bi cih tîne.
Îtalya ji Îlona sala 2014an ve endamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ye û di gelek waran de alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanêherêmê kiriye.
