Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, bi du dronan êrişî baregeheke hevpar a Pêşmerge û artêşa Fransayê ya li Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de 6 leşkerên Fransayî birîndar bûne.
Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re got: "Di êrişa li Eniya Mela Qereyê de 6 leşkerên Fransayî birîndar bûne lê ti Pêşmergeyî zerer nedîtiye."
Umêd Xoşnaw her wiha got, "Zanyarî hene ku dibe ku du birîndarên din jî hebin, em hîn ne piştrast in, lê 4 ji wan niha bo nexweşxaneyê hatine veguhestin."
Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku di êrişê de ti Pêşmergeyek birîndar nebûye.
Leşkerên Fransayî di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de li wê baregeha hevpar perwerdeyê didin hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê.
Parêzgarê Hewlêrê got, "Ji ber êrişê 6 leşkerên Fransayî birîndar bûne û birînên wan hemûyan sivik in."
Eniya Mela Qereyê li navçeya Mexmûrê ya Hewlêrê ye.
