Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand ku dê berî cejnê 300 dîlên din dê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve bên berdan.
Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo 10 şervanên ku şehîd ketibûn merasîmek hat lidarxistin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî beşdarî merasîmê bûn.
Her wiha ji fermandarên HSDyê Sîpan Hemo, Mehmûd Berxwedan û Endama Desteya Birêvebirir a PYDyê Foza Yûsif jî di merasîmê de amade bûn.
10 şervan hatin oxirkirin
Merasîm li Goristana Şehîd Dîcleyê bi beşdariya bi dehan hezar kesî bi rê ve çû.
Di merasîmê de ev şervanên HSDyê hatin oxirkirin:
Lezgîn Kobanî (Ednan Xelîl), Gîvara Kobanî (Diyar Mehmûd), Mezlûm Kobanî (Mehmûd Salih Mislim) û Silêman Mihemed ku 18ê Kanûna Paşîn li Dêrezorê şehîd ketibûn.
Dilsoz Helinc (Mistefa Mihemed) û Rojhat Kobanî (Hogir Cuma) ku 17ê Kanûna Paşîn şehîd ketibûn.
Ehmed Têkoşîn (Murad Çetîn) ku 24ê Kanûna Paşîn li Sirînê şehîd ketibû.
Çiya Qamişlo (Nasir Mihemed) ku 1ê Adarê li Kobaniyê şehîd ketibû.
