Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa îro ya li ser Konsulxaneya Îmaratê ya Hewlêrê bi tundî şermezar dike ku ji ber wê du nobedar birîndar bûn û zerer gihîşt avahiya konsulxaneyê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişa Konsulxaneya Îmaratê daxuyaniyek belav kir û got, "Em ji birîndaran re silametiyê dixwazin."
Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku pêwîst e Hikûmeta Îraqê erka xwe yê ji bo parastina nûneratiyên dîplomatîk bi cih bîne û rê li ber dubarebûna van êrişan bigire û encamderên wan bibîne û ceza bike, da ku êdî asayîş û berjewendiyên welat nekevin metirsiyê.
Berî wê jî Wezareta Karên Derve ya Îmaratê di daxuyaniyekê de li ser êrişê gotibû: "Em wê êrişa terorîstî şermezar dikin ku bi rêya dronekê Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Îmaratê li Herêma Kurdistana Îraqê kir armanc."
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Îmaratê, êriş bûye sedema birîndarbûna ''du xebatkarên ewlehiyê'' û zerergihandina avahiya konsulxaneyê.
