Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan wan îdiayan red dike ku dibêjin hêzên wan êrişî baregeheke Heşdî Şebiyê ya li parêzgeha Selahedînê kirine.
Wezaretê ragihand ku Pêşmerge ne beşek e ji nakokiyên leşkerî yên li herêmê hene.
Wezareta Pêşmergeyan bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di çend kanal û rûpelên medyayê de nûçeyeke "nerast" hatiye belavkirin ku qaşo destê hêzên Pêşmergeyan di êrişa li ser baregeheke Heşdî Şebiyê ya li parêzgeha Selahedînê de heye.
Wezaretê ew îdia "bi tundî" red kirin û got, "Hêza Pêşmergeyan bi ti awayî ne beşek ji wan alozî û nakokiyên leşkerî yên ku li herêmê hene.
Pêşmerge beşdarî ti çalakiya leşkerî ya li dijî ti aliyan nebûye."
Wezaretê amaje pê kir ku erkê sereke yê hêzên wan parastina asayîş û aramiyê ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê jî de hat tekezkirin Wezareta Pêşmergeyan bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re di nav hevahengî û pêwendiyê de ye.
