Hewlêr (Rûdaw) – Koma milîs a Şîe ya bi navê "Eshabul Kehf" a ku Îran piştgiriyê didiyê, berpirsyariya êrişa bi dronan a îşev a li ser navenda bajarê Hewlêrê xist stûyê xwe.
Komê angaşt kir ku wan "berjewendiyên Amerîkayê kirine armanc" lê dron li banê maleke sivîlan ket.
Eshabul Kehfê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat angaştkirin ku li Herêma Kurdistanê berjewendiyên "Amerîkaya dijmin û nokerên wê" bi dronan hatine armanckirin.
Koma çekdar peyama didomandina êrişên xwe da.
Komê ji bo sivîlan hişyariyek belav kir û xwest ku ew ji xalên hêzên Amerîkayê û deverên leşkerî dûr bisekinin.
Komê got "me berjewendiyên Amerîkayê kirin hedef" lê rastiyên li qadê cuda ne.
Li gorî agahiyên ji Hewlêrê, dron li taxeke li nava dilê bajêr li banê maleke sivîlan ketiye.
Di bûyerê de ti kesî canê xwe ji dest nedaye û ti kes birîndar nebûye lê ziyanên madî çêbûne.
Êrişên komên ku Îran piştgiriyê dide wan didomin
Ev pêkhateyên milîs xwe di bin sîwana "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" de pênase dikin û bi nêzîkbûna xwe ya bi Îranê re tên naskirin.
