Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislimê ku 11ê Adarê li Hewlêrê ji ber nexweşiya gurçikan canê xwe ji dest dabû, li Kobaniyê zêdê xwe hat veşartin.
Gelek kesên ji nav siyaseta Kurdan beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Merasîm li Goristana Şehîd Dîcleyê bi rê ve çû.
Leyla Zana: An em dê azad bijîn an jî em dê azad bijîn
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di merasîmê de axivî û ev tişt gotin:
"Rêya hêviyê ya ku Salih Mislim vekiriye dê rêya me ronî bike. Divê êdî dawî li wan êşên me bê ku em bi sedsalan e dikişînin.
Ez wan şehîdan jî bi rêzdarî bi bîr tînim ku doh hatin oxirkirin. Em bi berdêlên mezin gihîştin vê qonaxê.
Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku an em dê azad bijîn an jî em dê azad bijîn.
Serok Apo qala yekîtiya demokratîk dike. Ji ber vê yekê divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Îro cîhan rûbirûyî krîzan e. Çimkî xelekeke ji agir heye. Lê dîsa jî yê ku bi hêvî ye gelê Kurd e.
Em dê hêviyên xwe zêdetir mezin bikin. Îro ji doh baştir e, sibe dê ji îro jî baştir bibe.
Em dê pişta xwe bidin gelê xwe. Dema ku em bi xwe bawer bin dê hemû cîhan rêzê li me bigire.
Em dê ji bo jiyaneke azad zêdetir bixebitin. Ew mirinê layiqî me dibînin lê nexêr, em jiyanê ava dikin."
“Em dê mîrata Heval Salih hilgirin”
Zanayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiyê û wiha pê de çû:
"Kobanî ji bo me mînak e. Ez di xizmeta vî gelî de me. Piştî vê pêvajoyê jî ez dê wisa bimînim.
Eger em bibin yek em hêzeke mezin in. Em dê pêşengiya jiyana azad bikin. Em amade ne ku bibin dostên hemû gelan.
Ez hêvîdar im em dê demên xwe yên herî xweş bi we re derbas bikin. Em bi Heval Salih re tevlî bernameyekê bûbûn.
Tevî ku di bêhngirtinê de zehmetî dikişand jî nedixwest xulekek jî vala biçe. Wî nedixwest ji bo gelê Kurd xulekek jî vala biçe.
Ez bawer dikim ku em dê paşerojê bi hev re ava bikin. Em dê mîrata ku Heval Salih hiştiye hilgirin.
Serê malbata Heval Salih û serê hemû gelê Kurd sax be."
Mezlûm Ebdî: Bû pêşengekî mezin ê siyaseta Rojavayê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji malbata Salih Mislim re sersaxî xwest û wiha axivî:
"Ez ji ber sekna wan a xurt spasiya wan dikim. Bavê Welat ne tenê kesayetiyek bû, ew pêşengê siyaseta Rojavayê bû.
Wî li hemberî rejîma Beasê berxwedaneke mezin nîşan da. Dema pêwîst bû wî ji bo parastina gelê xwe û bipêşxistina têkoşîna wan hemû berpirsyarî hildan ser milê xwe.
Dema pêwîst dikir di xebatên navneteweyî de cih digirt. Wî ji me hemûyan zêdetir û baştir hewl da ku dengê Rojavayê bide bihîstin.
Dema pêwîst dikir wekî Hevserokê PYDyê, dema pêwîst dikir jî wekî welatparêzekî têkoşîna xwe domand.
Bû pêşengekî mezin ê siyaseta Rojavayê. Îro em sozê didin Bavê Welat. Em dê têkoşînê bidomînin."
