Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Hewlêrê dengê gelek teqînan hat bihîstin.
Hat diyarkirin ku ev teqîn ji ber êrişên dronan bûn û pergalên parastina mûşekan ew dron têk şikandin.
Teqînên li asmanê Hewlêrê
Îro di navbera demjimêr 09:00 û 11:00an de li Hewlêrê gelek teqîn hatin tomarkirin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, êriş bi dronan hatin kirin û ji aliyê pergalên parastinê ve hatin xistin.
Hat zanîn ku dron li ser Cadeya 60 Metrî ya li taxa Ronakiyê, li nêzîkî Grand Majidi Mallê û li herêma Pirzînê ji aliyê pergalên parastinê ve hatine xistin.
Heta niha derbarê êrişan de ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
