Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê Kerîm Temîmî dibêje ku bidawîanîna erkê Koalîsyênê dê valahiya ewlehiyê çêneke.
Kerîm Temîmî her wiha dibêje ku Îraq ber bi qonaxa "piştgirêdana temam a niştimanî" ve gavan diavêje.
Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê Kerîm Temîmî, stratejiya dezgeha xwe ya ji bo qonaxa piştî erkê Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) ji Rûdawê re eşkere kir.
Temîmî her wiha behsa asta gefên DAIŞê û hevahengiya wan a li gel Hêzên Pêşmergeyan jî kir.
Temîmî diyar dike ku Îraq ber bi qonaxa "piştgirêdana temam a niştimanî" ve gavan diavêje.
Ew derbarê Sûriyeyê de jî dibêje, "Dibe ku hinek guhertinên meydanî bibin sedema hewldana bi dizî derbasbûnê.
Her wiha dibe ku bibin sedema guhertina cihên hinek komêm terorîstan."
Stratejiya qonaxa piştî Koalîsyonê
Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê Kerîm Temîmî derbarê paşeroja erkê Kaolîsyonê ya li Îraqê de ji Rûdawê re axivî.
Temîmî got, "Bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî veguhastinek e.
Ev veguhastin ji qonaxa hevkariya meydanî ya rasterast ber bi qonaxa xwe spartina xwe ya temam ve ye.
Em her wiha em pêbaweriya bi şiyana navxweyî bihêztir dikin."
Wî berpirsê Îraqî amaje bi wê yekê jî kir ku ti valahiyeke ewlehiyê çênabe.
Wî da zanîn ku dezgeha wan xwedî "stratejiyeke zelal" e û li ser sê xalan kar dike:
Avakirina pergaleke îstixbaratî ya serbixwe: Em dê xwe bispêrin teknolojiya pêşketî ya analîzê. Em dê şiyana niştimanî di warên çavdêriya teknîkî û îstixbarata mirovî de bi pêş bixin. Ev yek dê bêyî xwebespêrdana li ser çavkaniyên derve bê kirin.
Parastina serdestiya meydanî ya kalîteyê: Ev yek dê bi rêya bernameyên nûjenkirina çek û kel û pelan bibe. Her wiha dê girêbest bi şirketên cîhanî yên navdar re bên kirin.
Dîzaynkirina hevbeşiyên navneteweyî: Guhertina şêwaza karkirinê ji bo hevbeşiya dualî ya pîşeyî ye. Niha bi Spanyayê re peymaneke lihevtêgihiştinê hatiye îmzekirin. Her wiha ji bo îmzekirina peymanên bi vî rengî bi Îtalya û Fransayê re jî xebat tên kirin.
DAIŞê tevgera xwe guheriye
Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê li ser şiyanên niha yên rêxistina DAIŞê agahî dan.
Wî diyar kir, "Êdî şiyana DAIŞê ya kontrolkirina herêman yan jî birêvebirina operasyonên berfireh li Îraqê nîne."
