Hewlêr (Rûdaw) - Ji 28ê Sibatê ve bi 395 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin
Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê îro, bi 395 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 8 kesan canê xwe ji dest da û 55 kes jî birîndar bûn.
Li gorî amaran, piraniya êrişan li ser Hewlêr û derdora wê hatine kirin.
Zêdetirî 300 dron û mûşekan li Hewlêrê xistine.
Piştre zêdetirî 70 dron û mûşek ber bi Silêmaniyê ve hatine avêtin.
Herwiha 6 dron li Dihokê xistine û di êrişekê de jî 2 dron li parêzgeha Helebceyê hatine bikaranîn.
Amarên herî nû
Îro li nêzîkî Kampa Dareşekranê ya Hewlêrê bi dronan êrişî baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hate kirin.
Endamê Serkirdatiya Partiya Azadiya Kurdistanê Edîb Xalidiyan ji Rûdawê re got:
“Êriş bi 4 dronan hate kirin. Sê endamên me birîndar bûn û me ew şandin nexweşxaneyê.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê, îro bi 5 dronan êrişî Hewlêrê hatiye kirin.
Di êrişê de ti zererên canî çênebûn û dron li asîman hatin têkşikandin.
Her îro êrişeke dronî li baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.
Endamê Serkirdatiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re wiha axivî:
“12 dronên bombebarkirî di êrişan de hatin bikaranîn.
Lê me berî êrişan ji bo rewşê amadehiyên xwe kiribûn lewma ti zererên me yên canî nebûn.”
Li gorî zanyariyan, şeva borî du êrişên bi dronanli Hewlêrê hatin kirin û her du dron jî li asîman hatin xistin.
Her wiha Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê doh amarên êrişên du rojên dawî yên li ser parêzgeha Silêmaniyê û navçeya Koyê ya Hewlêrê belav kirin.
Dezgehê eşkere kir ku sêşemê 3 êrişên bi dronan û 2 êrişên bi mûşekan li Silêmaniyê (baregeha Hêzên 70yî) hatine kirin.
Di encamê de du Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn û piraniya êrişan li asîman hatin têkşikandin.
Li gorî daxuyaniyê, du êrişên bi dronan li kampeke malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ya li navçeya Koyê hatin kirin.
Li gorî amarên Dezgeha Asayîşê, roja sêşemê du karmendên Parastina Sivîlan a Xelîfanê di dema erkê xwe de di encama êrişan de bi sivikî birîndar bûn.
Dezgeha Asayîşê derbarê amarên êrişên çarşemê da zanîn ku du êrişên bi dronan li baregeha Hêzên 70yî yên Pêşmerge hatine kirin.
Herwiha 7 êrişên bi dronan jî li kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Koyê hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişên roja çarşemê yên li ser Koyê de ti kes birîndar nebûne.
Amarên giştî
Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji 28ê Sibatê heta êvariya Pêncşemê bi 395 dron û mûşekan êrişî her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di vê demê de 312 dron û mûşek ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatine avêtin.
Herwiha 75 dron û mûşek ber bi parêzgeha Silêmaniyê ve hatine avêtin.
