Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdan pîroz kir û got, “Newroz mizgîniya serkeftina li ser zordaran e.”
Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Newrozê û sersala 2726an a Kurdan peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de banga hevahengî û yekrêziyê li aliyên siyasî kir.
Serok Mesûd Barzanî di destpêka peyama xwe de Cejna Newrozê pîroz kir û got:
"Ez bi boneya Cejna Newrozê û sersala 2726an a Kurdaan, cejna malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên dilovan ên li navxwe û derveyî welêt pîroz dikim."
Serok Barzanî her wiha cejna hemû wan gelên herêmê û cîhanê jî pîroz kir ku Newrozê beşek ji çand û dîroka xwe dibînin.
Mizgîniya serkeftinê
Serok Barzanî destnîşan kir ku Newroz ji bo xelkê Kurdistanê her tim bûye mizgîniya destpêkeke nû û wiha pê de çû:
"Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye mizgîniya destpêkeke nû û hêviyeke nû.
Newroz serkeftina li ser zordar û zehmetiyan e.
