Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser Keleha Hewlêrê agirê Newrozê pêxist.
Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser Keleha Hewlêrê agirê Newrozê hat geşkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, "Em ber bi asoyeke ronaktir ve diçin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Newroza Serok Mesûd Barzanî û xelkê Kurdistanê pîroz kir û got:
"Ez cejnên Remezan û Newrozê li rêber û serkirdeyê me yê mezin cenabê Serok Barzanî, Pêşmerge û malbatên serbilind ên şehîdan û hemû xelkê Kurdistanê pîroz dikim."
Mesrûr Barzanî diyar kir ku xelkê Kurdistanê li dirêjahiya dîrokê li hemberî zaliman li ber xwe daye û ti carî serî netewandiye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got, "Hêviya me ew e ku di bin siya rêberiya Serok Barzanî de gelê Kurdistanê her bi ser bikeve û li hemberî hemû zilmkaran bisekine."
