Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan êrişa li ser baregeheke Hêzên Pêşmergeyan a li sînorê Çemçemalê şermezar kir.
Wezareta Pêşmergeyan ji Serokwezrîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdaniyê wekî xwest ku "sînorekî ji van êrişên bêhincet re deyne."
Wezareta Pêşmergeyan îro daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Komeke terorîst careke din dest bi karên têkderane kiriye û bi rêya droneke bombebarkirî êrişî baregeheke Hêzên Pêşmergeyan a li sînorê Çemçemalê kiriye."
