Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Wezîran a Îraqê êrişa li Hêza Pêşmergeyan û Heşdî Şebiyê şermezar dike.
Encumena Wezîran a Îraqê ragihand ku hikûmet li ser parastina serweriya axa xwe rijd e.
Di heman demê de Wezîra Darayiyê ya Îraqê jî dibêje ku meaşên karmendan û budceya xerciyan hatine dabînkirin.
Encumena Wezîran a Îraqê bi serperiştiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.
Di destpêka civînê de Mihemed Şiya Sûdanî bal kişand ser amadebûna hêzên ewlehiyê û diyar kir ku ev amadebûn ji bo rûbirûbûna pêşhatên leşkerî yên li herêmê ye.
Wezareta Pêşmergeyan ragihandibû ku Îranê îro serê sibehê bi mûşekan êrişî Hêza Pêşmergeyan kiriye.
Êriş li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê pêk hat û di encamê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, Encumena Wezîran êrişên li Pêşmergeyan û Heşdî Şebiyê "bi tundî" şermezar kirin.
Hikûmeta Îraqê tekezî li ser parastina asayîşa nûnertiyên dîplomatîk û balyozxaneyan kir û her wiha ragihand, ew rê nadin ti aliyan ku destwerdanê di serweriya Îraqê de bikin.
